Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin

img

WAN - Li Wanê şaredariyên qeyûm tayinî wan hatine kirin, ji zû de ye li hin deveran dest bi çêkirina rê û peyarêyan kirine. Lê ji ber ku ev xebat nayên temamkirin, esnafên bajêr bêzar bûne. Esnafan, anî ziman ku pêşî astengiyên ji ber pandemiyê û niha jî ev xebat, kirine ku tu karî nekin. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Rêya Armûşê ku qeyûm tayinî wan hatine kirin, ji zû de ye li hin kolan û kuçeyên bajêr dest çêkirina peyarê û rêyan kirine. Ji ber ku ev xebat nayên temamkirin, welatî û ajovan û esnafên bajêr bêzar bûne.
 
Esnafên li Kolana Sihke û Zubeyde Xanim, mexdûriyeta xwe anîn zimên. 
 
KARÊ WAN NABE 
 
Esnaf Ziya Polat, anî ziman di dema qedexeyên pandemiyê de dikana wî girtî bûye û piştî tevdîr hatine rakirin, li bendê bûne ku kar bikin, lê belê vê carê ji ber xebatên çêkirina rê û peyarêyan nikarin bixebitin. 
 
Polat, diyar kir ku xebatên çêkirina peyarê û rêyan ku di dema pandemiyê de nehatin kirine û got: "Em nabêjin bila rê çênekin. Lê ne bi vî awayî. Em esnaf ji sedî 90 xisirîne. Têketin û derketina kuçe û kolanan hatiye astengkirin, ber deriyên me hatin betonkirin. JI ber vê em mecbûr man dikanên xwe bigirin. Em esnafn nikarin deynên xwe bidin. Çêkirina rê diviyabû ev qasî dewam nekirina. 10 roj berê beton rijandin ser peyarêyan û bi rojan e wisa maye. Em esnaf dixwazin rojek berî rojekê ev xebat bên temamkirin." 
 
DI NAV TOZ Û TELAZÊ DE NE 
 
Esnaf Farûk Şahap jî got: "Ber dikana min kolandin, lê hefteyeke wisa ye. Kesên dixwazin werin dikanê, ji ber vê nikarin werin. Her der di nav toz û telazê de maye. Em dixwazin bên temamkirin. Êdî em nikarin heqê kirêyên xwe bidin." 
 
DIKANA XWE GIRTIYE 
 
Esnaf Îsmer Gîrgîn jî anî ziman ku ji ber van xebatan û toz û telazê ji bêgavî dikana xwe girtiye û got: "Hem pandemî hem jî xebatên peyarêyan bandorek neînî li me kir. Ev xebatên çêkirina rê û peyarêyan zêdetirî mehekê yye didomin. Ji ber vê em mexdûr bûne. Êdî em nikarin heqê kirêyên xwe bidin."