Serokê GÎŞ-DER'ê Kûtlû: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê kiryar bên cezakirin

img
MÊRSÎN- Serokê Komeleya Karkerên Bêtemînat Abdulselam Kûtlû, anî ziman ku ji bo pêşî li ber êrîşên li ser karkerên kurd ên ji ber siyaseta berberîtiyê pêk tên bên girtin, divê kiryar bê ceza nemînin. 
 
Karkerên demsalî ên kurd ku ji bo kar ji Amed û Mêrdînê çûbûn Afyonê, di 19'ê Tîrmehê de ji ber ku bi kurdî axivîbûn bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabûn. Êrîşkaran ji karkeran re gotibû "terorîst" û di êrîşê de 7 karkerên kurd birîndar bûbûn. 
 
Serokê Komeleya Karkerên Bêtemînat (GÎŞ-DER) Abdulselam Kûtlû, şert û mercên xebatê ên karkerên demsalî û êrîşên nîjadperest ên li hemberî karkeran nirxandin. 
 
Kûtlû, da zanîn ku li Çûkûrovayê nêzî 110 hezar karkerên demsalî hene û ev karker çendî ku bi saetan li nav bax û baxçeyan dixebitin jî, heqê xwêdana eniya wan bi dest wan nakeve. Kûtlû, diyar kir ku karker ji 5'ê sibehê heya êvarî dixebitin, lê heqdesta wan 80-96 lîre ye. Kûtlû, destnîşan kir ku karker di şertên giran de bêtemînat dixebitin. 
 
EWLEHÎ
 
Kûtlû, bilêv kir ku ji ber ku dewlet li herêmê derfetên kar naafirîne, mirov tevî malbatên xwe wekî karkerên demsalî berê xwe didin bajarên rojavayê welêt û ji bêgavî nanoziko dixebitin. Kûtlû, anî ziman ku karker ji ber polîtîkayên cihêkar û berberîbûnê yên dewletê bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimînin. 
 
CEZAKIRIN
 
Kûtlû, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber van êrîşan bê girtin divê cezanî giran li êrîşkaran bê birîn û got: "Heger dewlet nikaribe van mirovan biparêze, nexwe bila wan nebe wan bajaran. Berpirsiyarên van êrîşan, siyasetmedarên xwedî zimanekî kîn û nefretê û berberîbûnê ne. Ma qey niha li welêt siyaset tê kirin? Çi muxalefet çi jî îqtidar bi zimanekî kîn, nefret û berberîbûnê siyasetê dikin. Ev jî bandorê li herêmê dike. Mirovên ji herêmê ji bo nanê xwe diçin Yozgat, Afyon û Konyayê jî bi êrîşên hin kesên nesîb ji mirovatiyê negirtine re rû bi rû dimînin an jî tên kuştin. Kesên pêşengiya vana dikin, kesên ku bi zimanî kîn û nefretê diaxivin bi xwe ne. Resmen dibêjin, 'li welêt aloziyê biafirînin.' Berpirsiyariya dewletê ye parastina karkerên demsalî." 
 
Kûtlû, anî ziman ku divê Meclîs derbarê van êrîşên nîjadperest ên li hemberî karkerên demsalî yên kurd tevbigere û heger kiryar neyên cezakirin dê ev êrîş li tevahiya welêt berbelav bibin. Kûtlû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê êrîşkar bên cezakirin dwlet vê prisgirêkê çareser bike.