Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin

img
ANTALYA - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Komîsyona Aboriyê Garo Paylan, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên aborî yên şaş ên îqtidarê rewşa aboriyê pir xirab bûye û got: "Sirf ji bo zavê wî du heb SÎHA bifiroşe, Tirkiyeyê bi milyaran xisirand." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çaçroveya "Hevdîtinên Îş û Aş" de, di navbera 8-10'ê Hezîranê de li Antalyayê serdana esnaf, karker, kardêr, kedkar, cotkar, sendîka û rêxistinên pîşeyî kir. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Komîsyona Aboriyê Garo Paylan ku di nav heyetê de cih girt, hevdîtinên hatine kirin nirxandin. 
 
RÛXANDIN
 
Paylan, anî ziman ku pirsgirêkên mezin ên esnafên Antalyayê hene, ji lew re çendî ku dema turîzmê ye jî lê li kuçeyan turîst tune ne û karê esnafan nabe. Paylan, bal kişand ser dema xebatê ya kafe û baran û destnîşan kir ku bi hinceta pandemiyê esnaf tên cezakirin. Paylan, bilêv kir ku sedema nehatina turîstan rêvebiriya yekzilamî û polîtîkayên wê ne û ji ber ku pandemî şaş tê birêvebirin nayê kontrolkirin û ji ber vê rewşa sektora turîzmê ne tu rewş e. 
 
Paylan, diyar kir ku dê vê yekê têxin rojeva meclîsê û got: "Dibêjin 'Tirkiye ji sedî 7 mezin bûye', lê li vir rûxandineke mezin heye. Li Antalyayê ji bo esnafan, ji bo otêlvanan, ji bo cotkaran rûxandinek mezin heye. Em ê pirsgirêkên me tespîtkirine tevî pêşniyarên xwe yên çareseriyê berpêş bikin." 
 
BI MILYARAN DOLAR WINDA YE 
 
Paylan, destnîşan kir ku ji ber polîtîkaya şerî ya AKP'ê turîst nayên Tirkiyeyê û got: "Ji ber ku zavê Tayyîp Erdogan SÎHA firotin Polonya û Ûkraynayê, Rûssya turîstan naşîne Tirkiyeyê. Niha bi qasî 7-8 milyon kêmasiya turîstan heye. Ev jî bûye sedema kêmbûna bi milyaran dolar dahata turîzmê û betaliya bi milyonan karkerî. Yanî sirf ji bo zavî wî du SÎHA'yan bifiroşe, Turkiye di dahata turîzmê de bi milyaran dolar winda kir. Ji ber polîtîkayên şaş ên îqtidarê rewşa aboriya me pir xirab e." 
 
REWŞA COTKARAN
 
Paylan, bal kişand ser hişkesaliyê û rewşa cotkarên Antalyayê. Paylan, anî ziman ku pirsgirêkeke din a cotkarên bajêr jî berên wan pere nakin û sedema vê jî polîtîkayên şaş ên di warê çandiniyê de ne. Paylan got: "Me pirsgirêk li cihê cih tespît kirin û em ê van pirsgirêkên xwe berpêşî meclîsê bikin. Em ê bi van tespîtan bînin bîra Erdoganê ku dibêje 'li welat tu kesê birçî tune ye', li welat bi milyonan kesên birçî û betal hene." 
 
MA / Esra Solîn Dal