WAN - Deriyê Sînor ê Kapikoyê ku ji ber pandemiyê hatibû girtin, piştî 14 mehan hat vekirin. Lê belê heya niha li derî tu liv û tevgereke turîstan xuya nake. Acenteyên turîzmê gotin: "Turîstên rûs ji bo Antalyayê çi bin, turîstên îranî jî ji bo Wanê heman tişt in."
Li Wanê Deriyê Sînor ê Kapikoyê, ji ber pandemiyê di 24'ê Adara 2020'an de hatibû girtin. Derî, piştî 14 mehan di 17'ê Gulana 2021'ê de hat vekirin. Ji ber ku derî girtîbû û turîstên îranî nikaribûn bên, li bajêr gelek otêl û acenteyên turîzmê jî deriyên xwe qufilandibûn. Otêl û acente niha jî li bendê ne ku turîst bên bajêr.
Xwediyê acenteya turîzmê Engîn Pîşkîn, anî ziman ku tu sûd ji pakêta alîkariyê negirtine. Pîşkîn, da zanîn ku li Tirkiyeyê 12 hezar acenteyê geştê hene û ev acnet bi milyonan turîstan tînin, lê belê îqtidarê ew ji alîkariyeke 3-5 hezar TL'yî jî mehrûm kirine. Pîşkîn, got: "Krîzeke pir mezin heye. Heger li Wanê û li seranserê Tirkiyeyê alîkariya acenteyên geştê neyê kirin, dê çend sal bi şûn de bi navê turîzmê tiştek nemîne. Em acenteyên geştê heger turîstan neyên, dê esnaf çawa qezenc bikin?"
NE ÇARE YE
Pîşkîn, da zanîn ku her sal ji Îranê 500 hezar turîst tên Wanê û turîstên têrn bandoreke baş li aboriya herêmê dikin. Pîşkîn, destnîşan kir ku çendî ku deriyê sînor hatibe vekirin jî, lê belê hê jî turîst nehatine bajêr û ji bo turîst bên, divê heyetek ji vir hevdîtinê bi Desteya Zanistê ya li wir bike. Pîşkîn got: "Diviyabû hejmara pêketiyên li bajarên nêzî sînor bihata hesabkirin û li gor wê derî bihata vekirin. Lê rabûn di şevekê de ji nişka ve derî vekirin. Vekirina deriyê sînor ne çare ye. Biryareke rast e, lê pirsgirêk bi vî awayî nayê çaresrkirin. Niha otêlên li Wanê hemû vala ne. Gava maske û mesafe hebe, derketina me ya derve û ya turîstan heman tişt e. Tişta komîk ew e ku li peravên Ege û Akdenîzê ji bo biyaniyan tu astengî tune ne. Ma qey tenê hatina îraniyan biproblem e? Divê derfetên li wir, li vir jî bên peydakirin."
JI SEDÎ 40 HATIN GIRTIN
Pîşkîn, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heger heya meha Îlonê li Tirkiyeyê rêjeya aşîkirinê negihê asteke baş, dev ji ewropiyan berdin, dê turîstên ji bo betlaneyeke erzan tên Tirkiyeyê jî ji dest biçin. Em bi talûkeye wisa re rû bi rû ne. 3 mehên havînê, pêvajoyeke pir girîng e. Heger di vî sê mehî de aşî baş neyê kirin, dibe ku sala 2021'ê jî bi temamî ji dest me biçe. Heger wisa be em ê nizanibin dê aqûbeta 2022'yan çawa be. Tarîtiyeke mezin li benda me ye. Krîz, hingî mezin e, tu çi bikî jî tu di nav de dimînî. Li Wanê zêdetirî 100 acenteyên geştê hene. Niha ji sedî 40 jê hatine girtin. Ma ev ne krîz e? Ên mayî jî dê heya Îlonê-Cotmehê bimînin nemînin, nizanim. Dê 5-6 acente bimînin. Jixwe piraniya wan jî acenteyên bilêtan e."
Xwediyê acenteya geştê Mûrat Beyaz jî diyar kir ku di qenalên neteweyî û nevneteweyî de nûçeyên derbarê turîstên li Behra Spî û Egeyê dibînin û di van nûçeyan de tê gotin ku bi turîstan bêhna esnafan derketiye. Beyaz got: "Tirkiye tenê ne ew herêm in. Turîstên Îranê jî çerxa me digerandin, lê bi girtina deriyan nehiştin bên. Bi vê re gelek esnaf û bazirganên Wanê ên ji bo turîstan hazirî kiribûn, top avêtin. Otêl hatin girtin, kargeh hatin girtin. Xwediyê milk û kirêvan ketin qirika hev. Aloziyek rû da."
Beyaz, anî ziman ku Deriyê Sînor ê Kapikoyê niha vekiriye, lê heta niha turîst nehatine bajêr û got: "Heger hûn ê tiştekî bikin, divê hûn ji bo tevahiya welat bikin. Diviyabû deriyên sînor ên welat hemûyan bi hev re vekirina."
Beyaz, bilêv kir ku hikûmeta Îranê ji bo şandina welatiyên xwe ne hazir e û got: "Niha turîst neyên jî, vekirina derî baş e. Lê belê em wisa difikirin ku dê turîstên îranî di destpêka meha Hezîranê de bên. Gelo dê vekirina derî bi kêrî me bê? Helbet ji bo demeke kurt hêviyek me ya bi vî rengî tune ye. Lê dê ji bo şixulandina çerxê û liv û tevgera aborî bi kêr bê. Ancax di sala 2022'yan de ew liv û tevgera em li bendê ne çêbibe. Berî ku şewba Covîd-19'ê me têk bişikîne, pêşî divê em nehêlin aborî me têk bişikîne. Lewma divê turîstên îranî bên."
MA / Ozlem Yayan