Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê

img

ENQERE - Karkerên demsalî yên li Polatliyê dixebitin, ji bo ku pêdiviyên xwe yên avê pêşwazî bikin, her roj neçarin ku 2 kîlometre rê bimeşin.

Karkerên çandiniyê yên demsalî yên ji navçeyên Wêranşar û Pirsûs ên Rihayê hatin gundê Dumrek ê  navçeya Polatli ya Enqerê û di konan de dijîn, ligel şert û mercên giran ên xebatê, pirsgirêkên av û ceyranê dijîn. Nêzî 50 kesên ji 13 malbatan pêk tên, ji bo ku pêdiviyên xwe yên avê pêşwazî bikin, her roj ji konên tê de dimînin, heya gundê Dumrek 2 kîlometre rê dimeşin. Di heman demê de ceyrana karkeran jî tuneye.
 
ŞEVA KARKERAN DI TARÎTIYÊ DE DERBAS DIBE
 
Jina bi navê Nûriye Genç a ji bo avê peyda bike, her rok 2 kîlomet re rê dimeşe, anî ziman ku di konên wan de ceyran jî tuneye. Genç, diyar kir ku ew şevên xwe di tarîtiyê de derbas dikin û wiha behsa rewşa xwe kir: “Hin caran dema em digihin gund, koçik êrişî me dikin. Gundî ji vê rewşê acizin.”
 
ROJÊ 3 CARAN DIÇE AVÊ
 
Ferîhan Soysal a bi du zarokên xwe re karê çandiniyê yê demsaliyê dike jî, da zanîn ku ji bo pêdiviyên xwe yên bigehin pêşwazî bikin, rojê 3 caran necar dimîne ku biçe avê. Soysal, dest nîşan kir ku nexweşiyên wê yên cîdî hene û wiha bilêv kir: “Ji serê xwe emeliyat bûme. Nexweşiya min a dil heye. Dema ku diçim avê, pir zehmetiyê dikêşim. Nexweşxaneya Polatliyê 50 kîlometreyan dûrî me ye. Dema em nexweş dikin, em nikarin biçin nexweşxaneyê. Gava em hatin vê derê, ji me re negotin pirsgirêk av û ceyranê heye. Şert û mercên me yên jiyanê pir xirabin. Em dixwazin ev şert û mercên me bên başkirin.” 
 
‘EM DIXWAZIN MÎNA MIROVAN BIJÎN’
 
Şaîbe Genç a 68 salî jî, rewş û pirsgirêkên xwe bi bîr xist û wiha got: “Soza ku wê av û ceyranê bidin dan me. Lê ligel vê yekê jî hîna ceyran û ava me tuneye. Ev meheke em vê rezîltiyê dijîn. Ji vir û şûnde ez ne bawerim av û ceyranê ji me re bînin. Nava rojê, hundirê konên me pir kerim dibin. Ji ber ku ceyran tuneye, hemû xurikên me xirab dibin û dirizin. Kardêr û dewlet, di vê mijarê de tu xebatan bi rêve nabin. Ji bo çêkirina xwarinê em daran kom dikin. Ji bo avê jî em her roj 2 kîlometreyan rê dimeşin. Ez pîrim û hêza min tê rê nake. Em dixwazin mîna mirovan bijîn.”