Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket

img

SEMSÛR - Nûnerê Tarim Orkam-San ê Semsûrê Yûsûf Demîr, diyar kir ku îsal ji ber ziwabûnê dê li bajêr ji sedî 60-70 debr neyê kirin û xwest polîtîkayên çandiniyê bên guherandin. 

Piştî Navenda Kêmkirina Ziwabûnê ya Neteweyî ya NASA'yê, Midûriyeta Giştî ya Meteorlojiyê jî ji bo bajarên herêmê îşaret bi ziwabûneke zêde kir. Yek ji van bajarên ku tesîrê ji ziwabûnê digire jî Semsûr e. Nûnerê Sendîkaya Kedkarên Çandinî û Daristanê (Tarim Orkam-Sen) ê Semsûrê Yûsûf Demîr, destnîşan kir ku îsal dê ji ber ziwabûnê gelek deverên bajêr nikaribin paleyiyê bikin. 
 
ZIWABÛNA LI DEŞTÊ 
 
Demîr, diyar kir ku hem avhewaya Behra Spî, hem a Rojhilatê Anatolyayê hem jî ya Başûr Rojhilatê Anatolyayê bandorê li bahêr dike û ziwabûn herî zêde li bakurê bajêr heye. Demîr, diyar kir ku Kolik, navend, Bêhişt û Şimşat di warê çandiniyê de dewlemend in, lê belê ev dever jî mehkûmî ziwabûnê bûne û got: "Bi planka 1968 GAP Masterê dê av bihata van deran. Lê belê heya niha di vî warî de tu pêşketineke rû nedaye. 50 sal in dibêjin em ê avê bînin. Lê ji ber ku nayê kirin, deşt mehkûmî ziwabûnê bûye." 
 
Demîr, destnîşan kir ku sedemek zêdebûna ziwabûnê jî kêmbûna berf û baranê ye û got: "Hema bibêje qet baran nehat. Ji ber ku tespît nehatine kirin nikarim bi hejmaran bibêjim. Lê bi taybetî di warê ceh de zirarek mezin heye. Em lê bendê bûn, me go belkî baran bibare û em genim bi xelasiyê bixin. Lê nehat. Ji dêvla baranê firtoneke mezin çêbû. Ev jî zirarek mezin da ceh. Zirarek mezin da genim, nîsk û nokan jî." 
 
Demîr, anî ziman ku destekên ku berê ji bo vê rewşê dihatin dayîn jî hatine qutkirin û got: "Berê ji bo tov destek didan cotkaran û deyn dihatin taloqkirin. Lê ji sala 2005'an ve ev alîkarî hatine qutkirin. Dewlet ji cotkaran re dibêje 'sîgorteya berên xwe çêbike, gava tiştek bibe da ku dewlet prîmê bide te.' Lê cotkarî bûye karekî ku tu çareyeke wê tune ye." 
 
DÊ DEYN ZÊDE BIBIN' 
 
Demîr, bal kişand ser bandora ziwabûnê ya li beran jî. Demîr, bilêv kir ku hîn tespît nekirine bê çi qas zevî bandor ji ziwabûnê girtine û got: "Lê belê li gor çavdêriyên me, em dikarin bibêjin ku dê li Semsûrê ji sedî 70-80'ê debr neyê kirin. Heke bê kirin jî dê ji bo kayê bê kirin. Car heye cotkar sirf ji bo kaya xw ebi xelasê bixe bîçerê bera nav erd dide." 
 
Demîr, destnîşan kir ku dê ev yek bandoreke pir nebaş li cotkaran bike û got: "Dê deynê cotkaran hîn bêtir zêde bibe."
 
Demîr, polîtîkayên çandiniyê yên heyî rexne kirin. Demîr, xwest polîtîkayên çandiniyê yên heyî bên guherandin û got: "Ji lew re li welêt plansaziyek tune ji bo beran. 
 
BANGAWAZÎ
 
Demîr, xwest ji ber ziwabûnê krediyên cotkaran salekê bêfaîz bên taloqkirin û got: "Ji bo sala bê cardin karibe erdê xwe bajê teqez divê ji bo gubre û tov alîkarî bê kirin. Salê carekê tenê pere dikeve destê cotkaran. Lwma divê di vî warî de jî alîkarî bê kirin. Ji bo cotkar karibe karê xwe bike û ji hilberînê dûr nekeve ev bivê nevê ne." 
 
MA / Lezgîn Tekay