Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin

img
AMED - Li Amedê ji ber qeyrana aborî û buhabûa zebeşan êdî esnaf zebeşan bi zûlan difiroşin. Esnafên ku zebeşên Îranê anîn Amedê, ji ber kîlo bi 7,5 TL ye û welatî nikarin temamê zebeş bikirin, bi zûlan difiroşin. 
 
Şêwazê firotina zebeşan a li Amedê qeyrana aborî radixe ber çavan. Li Amedê zebeşê bi zûlan tên firotin bala mirovann dikişînin. Esnafên ku li ser dezgehên xwe zebeşên Îranê difiroşin, ji ber pir buha ye û welatî nikarin bikirin zebeşan zûl bi zul dikin û difiroşin. Esnafên ku zebeşên Îranê difiroşin, diyar kirin ku kîlo bi 7-7,5 TL difiroşin û ji ber zebeş pir buha ne welatî nikarin tevahiyê zebeş bikirin. Li Amede ku zebeşê wê navdar bûn, êdî zebeş wekî berê nayên çandin. Yên tê çandin jî tovên wan hatine guhertin. Hem ji ber zebeşên Amedê nemane û hem jî di meha tîrmeh, tebaxê de derdikevin esnaf di vê demsalê de bêtir zebeşan ji Edene û Îranê tînin û difiroşin. 
 
Esnafên ku zebeş ji Îranê anî û li ser dezgehan difiroşin ji ber kilo bi 7,5 TL  ye û welatî nikarin bikirin, zebeşan perçe perçe dikin û difiroşin. Dîmen û wêneyê zebeşê zûl bi zûl  hatine jelatînkirin û li ser dezgeh hatine rêzkirin qeyrana aborî nîşan dide. Esnaf zebeşê ku 10-15 kîlo ye zul bi zul dike û bi zûlan difiroşe.