Tenê şorbe û nanê tisî dixwin

img

WAN- Welatiyên ku diçin bazaran û ji ber fiyetên buha destvala vedigerin malê, anîn ziman ku di meha Remezanê de xwarina goşt neketiye malên wan û tenê şorbê û nanê tisî dixwin. 

Piştî biryara "qedexeya ji binî de" a derbarê şewba Covîd-19'ê de, roja Şemiyê bazarên semtê hatin vekirin. Lê ji ber ku fiyet buha ne, welatî destvala vedigerin malê. Welatiyan destnîşan kir ku tekane berpirsiyarê krîzê îqtidara Erdogan e. 
 
‘TENÊ ŞORBÊ ÇÊDIKIM' 
 
Welatî Gulten Nasir ê bi 50 lîreyî berê xwe da bazara Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê, anî ziman ku nikaribûye tiştekî bikire. Nasir, diyar kir ku pereyê wê ji xeynî çend tiştên sereke têra tiştekî nekiriye û got: "7 zarokên min hene. Lê tenê dikarim çend kîlo zebze bikirim. Ma dê têra kê bike? Hevjînê min jî naxebite. Em kaxezan berhev dikin û bi wan debara xwe dikin. Bi Remezanê re qedexe ragihandin. Lewma em tim li malê ne. Tenê dikarim ji zarokên xwe re şorbeyê çêbikim. Ew jî têr nake. Ma kîloyek firingî dê têra kê bike? Jiyan pir zor bûye. Di fitariyê de tenê şorbe û birincê çêdikim. Her tişt buha bûye, em nikarin tiştekî jî bikirin. Ne tenê ez, bi hezaran kesên wek min hene." 
 
NIKARE KÎLOYEK GOŞT JÎ BIKIRE 
 
Saadet Basût jî anî ziman ku êdî nikarin ji bazarê jî tiştekî bikirin. Basût, diyar kir ku tiştên dikirin têra du rojan jî nakin û got: "Va Remezan qediya lê me xweşikî tiştek jî nexwar. Bi 30 lîreyî hatim bazarê, lê va destvala vedigerim malê. Ma ez ê bi vî pereyî çi bikirim? Em nikarin debara xwe bikin. Em nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin. Em 5 kes in. Hevjînê min bi meaşê kêm dixebite. Meaşê wî ancax têra ceryan, av û fatûreyan dike. Tiştek ji me re namîne. Ma ez ê bi vî pereyî çi bikirim? Remezan qediya lê min nikaribû kîloyek goşt jî bikire. Ji bo fitariyê şorbenîskê çêdikim. Em fitariya xwe bi şorbeyê û nanê tisî dikin. Ma çi heye ku em bixwin? Li ser sifreya zengîna 10 çeşîd xwarin heye, feqîr jî ji birçîna dimirin." 
 
Nedîm Tam jî anî ziman ku ji ber krîza aborî mirov nikarin tiştekî jî bikirin. Tam, diyar kir ku ew jî destvala vedigere malê û got: "Milet perîşan bûye. Qe nebe em dikarin çend tiştan bikirin, lê yên nikarin bikirin? Krîza aborî girêdayî dewletê ye. Qedexe li gor kesan bi awayekî xusîsî hatin ragihandin. Ev yek bandor li alîgirên wan nake, li esnafên biçûk û feqîran dike. Ên feqîr di malê de man, tu alîkarî nehat kirin. Mirov birçî ne û nikarin derkevin. Em tu tiştî ji vê îqtidarê naxwazin. Jixwe guh nade tu daxwazên me jî. Gava mirov tiştekî dixwaze wan xayin îlan dikin. Mirov êdî ji tirsa nikarin biaxivin." 
 
‘BERPIRSIYAR ERDOGAN E' 
 
Hîdayet Aslan jî destnîşan kir ku berpirsiyarê vê krîzê û vê buhabûnê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan e. Aslan, anî ziman ku destvala vedigere malê, ji lew re her tişt buha bûye û nikarin tiştekî bikirin. Aslan got: "Kîloya firingiyan bûye 10 TL. Her diçe Erdogan krîzê mezintir dike. 128 milyar dolar xwarin. Ji bo 20 rojî biryara qedexeya ji binî de girtin. Lê bi tu awayî alîkariya mirovan nekirin. Mirov perîşan bûne. Mirov feqîr in, nikarin debara xwe bikin. Em fitariya xwe bi nanê tisî dikin. Li mala min tiştekî xwarinê jî tune ye. 8 zarokên min hene û ez debara xwe bi 700 TL'yî dikim. Em ê bi vî pereyî çi bikirin çi nekirin?"