Di şibake û şaneşînên malên xwe de 1'ê Gulanê pîroz kirin

img
STENBOL / DERSIM - Li Stenbol û Dersimê karker û kedkar derketin şibake û şaneşînên malên xwe û 1'ê Gulanê pîroz kirin. 
 
Li Stenbolê seranserî rojê karker û kedkar û nûnerên saziyên tevî qedexeya derketina derve jî derketin kuçe, cade û meydanan û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Polîsan mudaxileyî gelek çalakiyan kir û bi sedan kes binçav kir. Karker û kedkaran tevî hemû astengî û qedexeyan jî 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karker û kedkar li cihên cuda yên Stenbolê derketin şibake û şaneşînên malên xwe û bi dîmenên rengîn 1'ê Gulanê pîroz kirin. 
 
Welatiyên derketin kuçe û cadeyan govend gerandin û xelkê jî di şibake û şaneşînên malen xwe de piştgiriya wan kirin û dirûşmên 1'ê Gulanê hatin berzkirin. 
 
LI KAGITHANEYÊ MUDAXILE 
 
Komek jî li taxa Guzeltepe ya navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê ji bo 1'ê Gulanê pîroz bikin derketin kuçeyan û polîsan bi gazên îsotê mudaxileyî pîrozbahiyê kir.
 
DERSIM
 
Li Dersimê jî wesayîta şaredariyê jî li navenda bajêr tax bi tax geriya û sirûda 1'ê Gulanê da guhdarkirin. Xelkê Dersimê derketin şibake û şaneşînên malên xwe û dirûşma "Bijî yekê Gulanê” berz kirin û cejnê pîroz kirin.