Di qedexeyê de zengîn li hundir, feqîr li derve ne

img

RIHA - Li Rihayê di roja ewil a qedexeya derketina derve de, dîmenên xizaniyê bêtir xuya bûn. Li taxên kesên dewlemend lê dijîn, kolan vala û bêdeng man. Li taxên xizan lê dijîn jî karker û kesên bê mal derketin kolanan, qarton û plastîk kom kirin. 

 
Hikûmeta AKP-MHP'ê di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsa Covît-19 de di navbera êvara 29'ê Nîsan û 17'ê Gulanê de 17 roj qedexeya derketina derve îlan kir. Di roja ewil a qedexeya darkatena derve de, li Riha dîmenê xizaniyê bêtir xuya bû. Li taxên kesên dewlemend hemû kolan vala û bêdeng man. Lê li taxên kesên xizan dijîn jî, kesên xizan û bê mal, derketin kolanan û li kolanan kaxiz û plastîk kom kirin. Bi taybetî kesên bê war û bê mal ên ji Sûriyeyê hatine, neçar man ku li kolanan têkoşîna xwe berdewam bikin. Li  Navçeya Eyyubiyê ya  Rihayê esnafan ji neçarî dikan vekirin. Li taxên Topçu, Haşimiye û cihê din gelek kes li parkan û derve razan. Karkerên ku neçarin kar bikin bêyî guh bidin şewbê xebatên xwe berdewam kirin. 
 
 
Bi taybetî li Qada Topçu ku piranî penaberên ji Sûriyeyê hatine lê dijîn, zarokên penaber kaxiz û plastîkan kom dikin. Nadir Muhammet ê li gel zarokê xwe yê 5 salî A. li pişt Şaredariya Bajarê Mezin a  Rihayê ya berê kaxizan kom dike, anîn ziman ku 6 sal berê ji Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê û neçar e zarokê xwe yê 5 salî bi xwe re bigerîne. Muhammed, anî ziman ku agahiya wan ji 1'ê Gulanê tune û wiha got: "Em rojê 12 saetan kar dikin. Em li hemberî 300 kilo kaxiz 45 TL pere distînin. Lê ji ber qedexeyan êdî kaxiz tune ne. 
 
MA / Emrullah Acar