Seyarfiroş: Em bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin

img
COLEMÊRG - Seyarfiroş Ahmet Ozer ku li kolanên Colemêrgê hewl dide debara xwe bi firotina tûtin û rûpoşan bike, diyar kir ku ligel biryara girtina giştî ya bêtemînat, bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin.
 
“Girtina giştî” ya di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de ku heta 17’ê gulanê bidome, duh saet di 19.00’an de dest pê kir. Ligel girtina ku desthilatê tu temînatên aborî pêk neanîn, kesên ku rojane dixebitin bêkar man. Ahmet Ozer ê 65 salî, diyar kir ku 27 sal in li kolanên Colemêrgê bi firotina tûtin, di mehên biharê de jî giyayên weke rêvas, siyabo û mendê debara xwe dike, yek ji wan kesane ku bi girtinê re bêkar ma.
 
‘EM NIKARIN TORBEYEKÎ AR BISTÎNIN’
 
Ozer, anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de, dest bi firotina rûpoşan kir û got, di vê pêvajoyê de herî zêde seyarfiroş mexdûr bûn. Ozer, bi lêv kir ku ji ber rewşa aboriyê ya mirovan ne başe nikare tûtinê bifiroşe. Ozer, diyar kir ku ji ber destpêkirina qedexeyan nikare biçe giyayan kom bike û wiha got: “Ji ber qedexeyê mexdûriyeta me zêdetir bû. Rewşa me ya ku torbeyekî ar û tenekeyeke rûn bistînin nema.” 
 
‘SEDEMÊ XIZANIYÊ DESTHILAT E’
 
Ozer, destnîşan kir ku wê mirov li gel girtina giştî gelek mexdûr bin û wiha berdewam kir: “Em hemû dê di vê pêvajoyê de birsî bimînin. Ji ber vê yekê divê desthilat alîkariya me bike. Divê ji her malbatê re herî kêm 5 hezar lîre alîkarî bê kirin. Desthilat dihesibîne ku karêkî baş kiriye. Lê tu feydeyê biryara ku girtine ji gel re nîne. Em li bendê ne ku desthilat alîkariya esnafên biçûk bike. Lê alîkariyeke ku bidin jî nîne. Alîkariyên ku dan gel jî bi birîna cezayan a di pêvajoya qedexeyan de zêdetir ji gel wergirtin. Sedemê vê xizanî yê desthilat e.”
 
‘MIN NIKARÎ XWARINÊ JÎ JI MALA XWE RE BIKIRIM’
 
Ozer, anî ziman ku ji ber pereyê wî tune ye nikaî xwarinê jî ji mala xwe re bikire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em birçîtiyê re rûbirû ne. Êdî kes deyn jî xwarinê nade me ji ber ku êdî demê deynan jî xelas bû. Desthilata ku marketên xwe vedike, esnafê biçûk di hûndirê malê de dihêle. Wê 17 rojan ev gel çi bixwe û vexwe?”