‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’

img
WAN - Şêniyên Wanê diyar kirin ku bi destpêkirina ji binî ve qedexekirinê wê bêkar bimînin û wê nikaribin debara xwe bikin û wê xelk birçî bimîne. 
 
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê biryarên di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê eşkere kir. Erdogan daxuyand ku wê Tirkiye ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê derbasî qedexeya ji binî ve bibe. Ji bo welatiyan pakêta piştevaniyê ya aborî jî nehat eşkerekirin. Bêyî piştevaniya welatiyan were kirin dê qedexeya giştî were sepandin. Me jî biryara vê qedexeya giştî li kuçeyên Wanê ji welatiyan pirsî. 
 
‘ÊDÎ EV WISA NABE’ 
 
Ahmet Tunç biryara qedexeya ji binî ve rexne kir û got: “Piştevanî nadin lê qedexeyê tînin. Bi vê biryarê wê her kesî perîşan bikin. Kes nikare dikana xwe veke û kar bike. Ez biçim li malê rûnêm ez ê birçî bimînim. Ez heqê kirê jî nedim nabe. Birçîmayîna xelkê ne di xema rayedaran de ye. Li welat pere nîne. Perê xelkê xwarin û tune kirin. Wê bi milyonan însan çi bike û çi bixwe. Wê ewqas însan çawa debara xwe bike? Ji ber dizîkirina pereyan xelk birçî dimîne. Ev êdî wisa nabe.” 
 
'EM Ê ÇAWA DEBARA XWE BIKIN?'
 
Emîn Oner ê li kuçeyên sûka Wanê pêlavan boyax dike û pê debara xwe dike jî wiha got: “Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve ez ê bêkar û birçî bimînim. Ez ê çawa li malbata xwe binêrim. Ez nikarim bifikirim jî. Fatûreyên malê hemû mesref in. Ez mesrefê zarokan jî bidim ser vê qet meriv nikare bijî. Ez bêkar bimînim, ez ê ji ku pere bînim debara xwe bikim? Pere nîne û xelk mexdûr e.” 
 
‘DERÛNIYA ME ESNAFAN XERA BÛYE’ 
 
Mehmet Emîn Nar ê li Sûka Penêrfiroşan a Dîrokî ku esnafiyê dike jî destnîşan kir ku xelk di rewşek gelek zehmet de derbas dibe û wiha got: “Em dixwazin deynên kirê û fatûreyan were efûkirin. Li vir kirêya her esnafek di navbera 30 û 40 hezar lîreyî de ye. Li şûna ku şaredarî kirêyên me kêm bike lê zêde dike. Em du rojan dikanên xwe bigirin 500 kîlo penêr diçe çopê. Em deynan li ser deynan dikin û di rojên zor de ne. Em ê di vê qedexeya ji binî ve penêrê xwe tev biavêjin çopê. Ji me re derbasî bî û em qediyan. Êdî derûniya me esnafan xera bûye. Heke ev rayedarên van biryaran digirin nikarin xelkê xwedî bikin, bila ji ser wir rabin û biçin. Êdî bes e.” 
 
‘WÊ ÎNSANAN BER BI ÎNTÎHARÊ VE BIBE’ 
 
Cabbar Çalişir jî anî ziman ku bi destpêkirina qedexeya ji binî ve dê zehmetiyên mezintir bikişînin û got: “Em ji malên xwe dernekevin em ê çawa bijîn? Wisa berdewam bike wê însan dawî li jiyana xwe bînin. Ez ê çawa debara malbatê bikim.” 
 
NIZANIN WÊ ÇI BIKIN 
 
Mehmet Emîn Çalkan ê bi ereboka destan bar dibe û tîne û debara xwe pê dike jî destnîşan kir ku bi vê qedexeya ji binî ve wê nikaribe bixebite û ji bo debara xwe bike jî wê bi zoriyan re rûbirû bimîne. Çalkan got ew jî şaş û metel mane û êdî nizanin wê çi bikin û divê alîkariya xelkê were kirin. 
 
MA / Mujdat Can - Cemîl Ûgûr