Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe

img
NAVENDA NÛÇEYAN – IMF’ê, aşkera kir ku li gorî dahata neteweyî ya welatan Tirkiye yek ji 3 welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe ye. 
 
Fona Navneteweyî ya Pere (IMF), rapora xwe ya bandorên pandemiyê û rêjeya piştgiriyê ya welatan a ji bo welatiyên xwe aşkera kir. Di raporê de li gorî dahata neteweyî ya welatan Tirkiye di nav koma welatên ku kêm piştgirî dide welatiyên xwe de cih digire. Di rapora ku li gorî daneyên DÎSK-AR’ê hatiye amadekirin de Tirkiye yek ji 3 welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe hatiye nîşandan.  Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Tirkiye tenê ji sedî 1.1’ê dahata xwe ya neteweyî ki piştgiriyan re vediqetîne. Her du welatên din ku bi Tirkiyeyê re di nav 3 welatên destpêkê de cih digirin Meksîka û Arnavûtlûk in.