Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang

img
WAN - Odeyên pîşeyî û sendîkayan ên Wanê, diyarkirin ku e wê 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin û banga tevlîbûnê kirin.
 
Şaxên Wanê yên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan ên Tirk (TMMOB) têkîldarî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li avahiya DÎSK’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa DÎSK’ê Omer Tekîn axivî. 
 
ÊDÎ BES E!
 
Tekîn, diyar kir ku keda karkeran her ku diçe biçûk dibe û wiha axivî: “Maf û azadiya karkeran ji holê hatiye rakirin. Ev pergala xerab ku her carê kêfa patronan tîne ne pergala me ye. Em ji vê pergalê re dibêjin êdî bes e.”
 
BANGA TEVLÎBÛNÊ 
 
Tekîn, da zanîn ku ji ber 1’ê Gulanê rastî dawiya hefteyê tê wê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin û anî ziman ku ji bo vê serî li Walitiya Wanê dane, lê hêj bersivek negirtine. Tekîn, herkes vexwend mîtînga1’ê Gulanê ya ku di 30’ê nîsanê de saet 11.00’an a li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin.