Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê

img
ÎZMÎR - Karkerên ku li cihê lê dixebitin daxuyanî dan, bi gotina: “Ji bo her kesî kar, pêşerojek bi ewle û ji bo şertên xebatên yên weke mirovan di 1’ê Gulanê de li qadan bin” bertek nîşanî qedexeyan dan.
 
Karkerên ku endamên Şaxa Genel Îş’ê ya Hejmara 2 a Îzmîrê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger’in (DÎSK) li cihê lê dixebitîn daxuyanî dan û bertek nîşanî qedexeyên 1’ê Gulanê dan. Karkerên ku li pêş Miduriyeta Heremê ya Karabaglar a ÎZSÛ hatin gelhev dirûşma “Vaye 1’ê Gulan em li qadan in” berz kirin. Nûnerê Kargehê Anil Aygiray ê daxuyanî da, wiha axivî: “Pergala yek mirovî ji bo êrişî karker û kedkaran bike tu firsendan narevîne. Şûna ku di têkoşîna topyekûn a pandemiyê de hilberîn bê hêdîkirin, berovajiyê wê ji ber karê zêdetir mêtin zêde dibe. Karker bi awayekî bê exlakî ji Kok-29’ê ji kar tên avêtin an jî gef li wan tê xwarin. Li gel bang li herkesê tê kirin ku ji malên xwe dernekevin jî dixwazin kedkar di ruhê xwe de bihûrin.”
 
BANGA 1’Ê GULANÊ LI KEDKARAN KIR
 
Li Gazîemîrê jî karker li atolyeyekê hatin ligelhev. Nûnerê Kargehê Ekber Yalçin xwest ku heqdesta asgarî ji bacê muaf bê girtin, xespkirina mafên tenduristî û ewlehiya civakî, tazmînata kidem bê rawestandin û Ji bo her kesî kar, pêşerojek bi ewle û ji bo şertên xebatên yên weke mirovan di 1’ê Gulanê de li qadan bin” bertek nîşanî qedexeyan dan.