TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?

img

WAN - Bayiyê Wanê yê TUMOSAN'ê Siddik Koç, anî ziman ku Fûara Çandinî, Sewalvanî û Zexîre ya Rojhilatê Anatolyayê bi kêrî cotkar û hillberîneran nehatiye û got: "Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?" 

11'emîn Fûara Çandinî, Sewalvanî û Zexîre ya Rojhilatê Anatolyayê di 7'ê Nîsanê de li Navenda Fûar û Kongreyê ya Van Expoyê hat lidarxistin. Lê belê fûar bi kêrî cotkar û hilberîneran nehat. Hilberîneran ji ber krediyên zêde û kûrên dowîzî nikaribûn tiştekî bikirin. 
 
FIYETÊ TRAKTORÊ 
 
Cotkar Gemî, anî ziman ku ji bo traktorê bistîne çûye fûarê, lê belê traktora 3 sal berê bi 100 hzar TL'yî stendiye niha bûye 400 hezar TL. Gemî, diyar kir ku ji ber vê nikaribûye bikire. Gemî got: "Fiyet pir biha bûne. Nikarim traktorê bikirim. Mazot û gubre jî pir biha bûne. Barê cotkaran giran bûye. Gava cotkar nikaribe hilberîne, ê her tişt biha bibe. Heger fiyet erzan bibin û karibin traktorê bikirin, wê çaxê dê hilberîn jî zêde bibe. Min hefteya borî gubre bi 200 TL'yî stend, lê niha bûye 235 TL." 
 
KRÎZ
 
Cîhan Şenkal jî destnîşan kir ku ji ber fiyetê mazotê nikare traktora xw ebişixulîne. Şenkal, anî ziman ku gava cotkar nikaribe hilberîne, dê krîz çêbibe û got: "Ji ber fiyetê mazotê nikarim traktora xwe bişixulînim. Cotkar nikarin hilberînin. Heya çend sal berê jî min genim, ceh û nefel diçand. Lê niha nikarim çandiniyê bikim. Dibêjin em alîkariyê dikin, lê me tu alîkarî nedîtiye. Ji bo alîkariyê şertan datînin. Tapoyê dixwazin. Ji ber vê gelek kes nikarin sûdê ji alîkariyê bigirin." 
 
Nîhat Onûr, destnîşan kir ku ji ber bihabûna fiyetê traktoran, karê xwe bi usûla berê dikin û got: "Ez çandiniyê dikim. Ji bo traktorê bikirim hatim fûarê. Lê fiyet pir biha bûn. Nikarim bikirim. Gava tu traktorê nekirî, mecbûr tu yê bi usûla berê karê xwe bikî. Em li benda alîkariyê ne." 
 
MA YÊ COTKAR ÇAWA HILBERÎNE? 
 
Bayiyê Wanê yê TUMOSAN'ê Siddik Koç, anî ziman ku cotkar nikarin traktorê bikirin û got: "Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne? Par serê 100 hezar TL krediya traktorê, 15 hezar TL faîz dihat ser, lê niha 35 hezar TL tê ser. Cotkar dev jê berdaye. Gotin ê faîz kêm bibe, lê kêm nebû. Cotkarên ku nikarin makîneyan bikirin, nikarin cotkariyê bikin. Nikarin mazotê bikirin. Ji bo cotkar karibe karê xwe bike, divê faîz bên kêmkirin. Heger hilberîn bisekine, ê welat top bavêje. Em hemû bi saya cotkaran debara xwe dikin. Em bi saya fêkî û zebzê cotkaran li ser pêyan e." 
 
KES NAKIRE
 
Abdûlmenav Hakverîr ku makîneyên çandiniyê çêdike jî anî ziman ku eleqeya ji bo fûarê baş e, lê kes tiştekî nakire. Hakverîr, diyar kir ku rewşa cotkaran nebaş e û got: "Îsal ji ber kûra dolar fiyetê makîneyan zêde bû. Lewma cotkar nikarin tiştekî bikirin. Eleqe pir e, lê kes nakire. Gava dolar zêde dibe, fyet jî zêde dibin. Divê xwedî li cotkaran bê derketin." 
 
MA / Bariş Donmez