'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'

img

STENBOL - Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî derbarê Kod-29'ê de tiştekî nû parve kir. Parêzer Mûrat Ozverî, diyar kir ku a hatiye kirin jî ne çare ye û ji bo çareseriyê "destûr û temînat"ê pêşniyar kir. Serokê DGD-SEN'ê Mûrat Bostanci jî destnîşan kir ku dê li dijî vê pêkanînê li ber xwe bidin. 

Piştî ku şewba Covîd-19'ê belav bû, derxistina ji kar hatibû qedexekirin. Lê belê kardêr xwe disipêrin Kod-29'ê û peymana karkeran feisx dikin. Karkerên bi Kod-29'ê (liv û tevgera li dijî ehlaqê) ji kar tên derxistin, nikarin tazmînata xwe wergirin û her wiha nikarin sûdê ji meaşê betaliyê jî bigirin. 
 
Herî dawî Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî, derbarê Kod-29'ê de tiştekî nû parve kir. Wezaretê ji bo pîvanên ne li gor ehlaqê kodine nû diyar kirin. Wezaretê diyar kir ku dê bi vê sererastkirina nû pirsgirêkên di vî warî de ji holê bên rakirin. Lê belê sendîka û partiyên siyasî jî diyar dikin dê pirsgirêk bi vî awayî çareser nebe. 
 
Serokê Sendîkaya Karkerên Depo, Lîman, Tersxane û Behrê (DGD-SEN) Mûrat Bostanci, destnîşan kir ku beriya şewbê jî karkerên sendîkayî bi Kod-29'ê ji kar hatine derxistin û piştî şewbê ev kod berbelavtir bûye. Bostanci, anî ziman ku wezaretê li gor xwe çareseriyek peyda kiriye, lê belê ji bo vê tu gavan navêje û got: "Lê ev gav qethiyen ne çareserî ye." 
 
WEKÎ ÇARESERIYÊ NÎŞAN DIDIN 
 
Bostanci, destnîşan kir ku di Kod-29'ê de tiştek nehatiye guherandin û got: "Tenê sûc hatine dabeşkirin. Piştî te înîsyatîf xist destê patron, tenê ê navê kodê biguhere. Tenê çareyeke li gor xwe peyda kirine." 
 
Bostanci got: "A ku em dixwazin, divê Kod-29 bi temamî ji holê bê rakirin. Zêdekirina Kod-29'ê dê tiştekî neguherîne. Ê karker dîsa bê fîşkirin û ji kar bê derxistin. A ku divê bê kirin, betalkirina Kod-29'ê ye. Ji xeynî vê tu qîmeta van sererastkirina tune ye. Her wiha ligel betalkirinê, divê kargehên Kod-29'ê pêk tînin jî bên kontrolkirin." 
 
BERXWEDAN
 
Bostanci destnîşan kir ku dê berxwedana wan a li dijî Kod-29'ê dewam bike û got: "Xelasiya çîna karkeran, bi têkoşînê pêkan e. Berxwedan didomin, ev ji bo me pir biqîmet e." 
 
TU TIŞT NEGUHERIYE 
 
Parêzer Mûrat Ozverî jî destnîşan kir ku sererastkirina hatiye kirin ne tu sererastkirin e û got: "Beyana kardêr esas tê girtin û li gor vê pêvajoyeke hiqûqî dest pê dike. Heya beyana kardêr neyê pûçkirin, karker nikare sûdê ji tazmînatê bigire. Berê vê bi Kod-29'ê dikirin, niha dê bi 50-60 kodên din bikin. Yanî dê kardêr bi awayekî yekalî mafê karker binpê bike. A rast tu tişt neguheriye."
 
Ozverî, destnîşan kir ku sererastkirina hatiye kirin tenê ser pirsgirêkê dinixumîne û got: "Di dema pandemiyê de fesixkirin hat qedexekirin. Lê ji bo ev qanûn, bibe qanûneke watedar divê dev ji esasgirtina beyana kardêr berdin. Heger delîlên xurt ên kardêr hebin, divê wan berpêş bike û ji merciyeke cemaweriyê destûrê bigire. Destûr tenê jî qîm nake, heya bereksê wê neyê îspatkirin divê mafên karker esas bigire. Bi vî awayî divê ancax bi destûrê karibe karker ji kar derbixe." 
 
Ozverî, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku mafê karker çi dibe bila bibe, lê heger bikaranîna mafê vê kodê di destê kardêr de be, ê kardêr bi her awayî karker ji kar derxîne û got: "Heger bi vî awayî pêşî li ber vê bê vekirin, dixwazî bila kod bibe 50, dixwazî bila bibe 60, ê tu wateyek tune be."
 
MA / Kadîr Guney