Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin

img

DÎLOK - Karkerên ku li Dîlokê ji Fabrîkeya Yasîn Kaplan bi hinceta Kod-29'ê ji kar hatin derxistin, 59 roj in li ber xwe didin. 

Li Dîlokê 17 karker bi hinceta Kod-29'ê (liv û tevgera dijî ehlaqê) ji Fabrîkeya Yasîn Kaplanê ji kar hatibûn derxistin. Ji van karkeran 10 jê ji bo vegerin ser karê xwe 59 roj in li ber fabrîkeyê li ber xwe didin. Karkerên ji kar hatibûn derxistin endamê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ne.
 
Di sala 2020'î de 176 hezar û 662 karker bi hinceta Kod-29'ê ji kar hatibûn derxistin. 
 
‘JI BER KU EM ENDAMÊN SENDÎKAYÊ BÛN JI KAR HATIN DERXISTIN' 
 
Erkan Sarioglû, diyar kir ku li ber biryara rêvebiriya fabrîkeyê ya derbarê hevalên xwe de rabûye û ji ber vê ew jî bi Kod-29'ê ji kar hatiye derxistin û got: "Em ji ber ku endamên sendîkayê ne, ji kar hatin derxistin. Gava em hatin derxistin, tahde li hin hevalên me yên din jî kirin, ji ber ku endamên sendîkayê ne. Gava em ji kar hatin derxistin zext û zorî dewam kirin. Niha hejmara endamên me pir kêm bûye. Gava em dixebitîn cîgirên me hebûn. Ji wan re gotine, 'Ji sendîkayê îstifa bikin, em we bikin operator. Îstifa bikin, em derxistina we ya ji kar li gor peymanekê çêbikin." 
 
MOBBÎNG 
 
Sarioglû, anî ziman ku ji bo di şert û mercine hîn baştir de û bi heqdestek karibin debara xwe pê bikin bixebitin, bûne endamên sendîkayê û got: "Endamtya me ya ji bo sendîkayê, ji bo karkerên Pîşesaziya Organîzeyî ya Başpinarê gaveke mezin e. Haya me ji vê heye. Hevalekî me yê 12 salan xebitîbû ne endamê sendîkayê bû, lê bi Kod-29'ê ew ji kar derxistin. Tu tazmînat nedanê. Me civînek çêkir û me got, 'Qey dawiya me jî wekî ya vî hevalî be? Qey em ê jî bi Kod-29'ê ji kar bên derxistin? Qey em ê nikaribin tazmînata xwe bistînin?' Bi vî awayî em bûn endamê sendîkayê. Di dema hevdîtinên ji bo zemkirina meaş hejmara me di du hefteyan de ji 20 bû, 160. Axirê civînên ji bo zemkirinê kirin behane û desteyeke dîsîplînê ya beredayî ava kirin û tahde li me kirin. Em 16-17 kes ketin ber lêpirsînê û ji kar hatin derxistin." 
 
BANGAWAZΠ
 
Sarioglû, destnîşan kir ku bi Kod-29'ê ne tenê ew, zarokên wan jî mehkûmî birçîbûnê hatine kirin û ji bo yekîtiyê bang li hemû karkeran kir: "Divê em li dijî Kod-29'ê bi yek bin. Gava em bi yek bin, em ê xurt bin. Gava em bi tenê bin, em ne tiştek in." 
 
‘KEDA KARKER NAMÛSA WÎ YE' 
 
Karker Mehmet Erlale jî got: "A hatiye kirin neheqî ye. Keda karker, namûsa wî ye. Ez derxistina ji kar a bi Kod-29'ê qebûl nakim. Ji lew re min tiştekî xirab nekiriye. Ez ê li dadgehê doza heqê xwe bikim. Heya dadgeh bi dawî bibe ez ê li ber xwe bidim." 
 
Erlale, diyar kir ku niha bi deynan debara xwe dike û got: "14 sal in zewicandî me. 2 zarokên min hene. Em betal man û zarokên min diçin dibistanê. Lê dîsa jî serbilind im. Dîmenên kamerayan hene. Bila dîmanan derxin, bê min çi kiriye. Xeberek jî ji devê min derneketiye." 
 
MA / Lezgîn Tekay