Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e

img

STENBOL – Karker Îzettîn Akin ku rêvebiriya AKP'î ya Şaredariya Bayrampaşayê bi hinceta "Kod-29"ê ew ji kar derxistiye, destnîşan kir ku bi vî awayî tenê ne karker malbatên wan jî tên cezakirin. 

Di dema pêvajoya pandemiyê de çendî ku derxistina ji kar hatibû qedexekirin jî, lê belê heya niha gelek karker bi "Kod-29" ji kar hatine derxistin. Yek ji van karkerên ku bi Kod-29'ê (binpêkirina pîvanên ehlaqî) ji kar hatie derxistin jî Îzzettîn Akan e. Akan, li Şaredaria Barampaşa ya Stenbolê dixebitî û rêvebiriya AKP'î wî bi hinceta "Kod-29"ê ji kar derxistiye. 
 
XEBATA 15 SALAN 
 
Akan, bilêv kir ku 15 salan li şaredariyê xebitiye, lê belê ji ber bêbextiyên rêvebiriya şaredariyê ji kar hatiye derxistin. Akan got: "15 salan nûnerê karkeran bûm. Karker jî nikare rabe bibêje, xirabî li min kir, heqaret li min kir. Ez û hemûyan wekî bira bûn. Lê mixabin rêvebiriyê em belawela kirin. Em bera hev dan, kirin dijminê hev. Min dilê karkerekî jî nehiştibû. Lê rêvebiriyê em bera hev dan. Şahidên nepen anîn û mirov ji kar derxistin. Min gelek caran ji hevalên xwe re got, 'şahidiya derewîn nekin, em li cem hev bin.' Lê axirê min ji kar derxistin." 
 
ÎXANET
 
Akan, destnîşan kir ku bi Kod-29'ê tenê ne karker, malbatên wan jî tên cezakirin. Akan, bilêv kir ku pêkanîna heyî 'îxaneteke mezin' e li karkeran tê kirin û got: "Gava karkerek bi Kod-29'ê ji kar bê derxistin, ê rêyekê bibîne, lê malbat? 3 zarokên min hene. Em 5 kes in. Em ê çawa debara xwe bikin? Ceryan, gaz, av... Dahatek min jî tune ye. Xwediyê xanî ancax mehekê îdare bike. Bang li rayedaran dikim, dev ji vî tibîhetî berdin. Kod-29'Ê betal bikin. Derûniya me xirab dibe." 
 
PIŞTEVANÎ
 
Akan, bilêv kir ku ji bo kar serî li gelek cihan daye, lê belê ji ber Kod-29'ê ew negirtine. Akan, destnîşan kir ku karker ê bi piştevaniyê karibin ji derheqê vê pêkanînê derkevin.