Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin

img

ENQERE - Li Enqereyê karkerên înşeatê ku di sar û seqemê de rojê bi 140 TL'yî dixebitin, anîn ziman ku mehê 5-10 roj kar bi dest wan dikeve û nikarin debara xwe bikin. 

Li Enqereyê karkerên înşeatê ku di sar û seqemê de şeveqê zû diçin kar heya tarî dikeve erdê dixebitin. Karkeran, destnîşan kirin ku hem şert û mercên karî zehmet in hem jî heqê keda wan bi dest wan nakeve. 
 
Karker Kenan Ayaz ê 30 salî, 15 sal in karê fayansan dike. Bavê 3 zarokan Ayaz, anî ziman ku rojê ji bo 140 TL'yî 13 saetan dixebite. Ayaz, bilêv kir ku heqê keda wî bi desy wî nakeve û nikare debara xwe bike. Ayaz got: "Mecbûr im, bixebitim. Nexebitim, ez ê birçî bimînim. Mecbûr im debara zarokên xwe bikim. Bi eniya keda xwe jiyana xwe didomînim." 
 
Ayaz, diyar kir ku di dema şewbê de kesî alîkariya wan nekiriye û got: "Ji ber şewbê rewş xirabtir bû. Li welêt krîzeke mezin a aboriyê heye. Îqtidarê dikaribû aliyê me bike. Ne şaredarî ne jî tu saziyeke din a dewletê alîkariya me nekir." 
 
‘BI DEYNAN HEQÊ FATÛREYÊN XWE DIDIM' 
 
Ayaz, destnîşan kir ku sektora înşeatê sekiniye û mehê ancax 10 rojan kar bi dest wî dikeve ya na. Ayaz got: "Her tişt biha bûye. Em nikarin lazmatiyên xwe peyda bikin. BI yewmiyeya xwe debara 5 kesan dikim. Heqê kirê, heqê ceryan, av û gazê heye. Car heye 2 mehan nikarim heqê kirê û fatûreyan bidim, ji mecbûrî bi deyn pera tînim û didim." 
 
‘NIKARIM NAN BIBIM MALÊ' 
 
Ayaz got: "Îqtidar ji xeynî meseleyên têkildarî gel her tiştî nîqaş dike. Di dema şewbê de em bi temamî xizan bûn. Îqtidar, divê çareyekê bibîne. Ji ber polîtîkayên wê yên şaş, her kes mexdûr bûye. Her tişt biha bûye. Roj heye nikarim nan bibim malê." 
 
13 SAETAN JI BO 140 TL'YÎ DIXEBITIN 
 
Kasim Karabogan ku di heman karî de dixebite got: "Em serê sibehê saet di şeş û nîvan de dest bi kar dikin, heya heftê êvarî dişixulin. Em taştê û navroja xwe li înşeatê dikin. Ez rojê ji bo 140 TL'yî dixebitim. Heqê keda me bi dest me nakeve. Mehê ancax 5 rojan dixebitim. Ma ez ê bi vî pereyî heqê fatûreyan bidim, heqê kirê bidim an lazmatiyên malê bikirim, ez jî nizanim. Halê gel li ber çava ye." 
 
Karabogan, destnîşan kir ku her tiş biha bûye û got: "7 zarokên min hene. Car heye nikarim heqê kirêya malê bidim. Meaşekî me yê bi rêkûpêk tune ye. Mehê hezar TL'yî heqê fatûreyan, 500 TL'yî jî heqê kirê didim. Her tişt biha bûye, em bi zorê zikê xwe têr dikin."
 
‘GEL NE DI XEMA WAN DE YE' 
 
Karabogan bang li rayedaran kir û got: "4 sal in krîzeke aborî heye. Krîza aborî, ne îqtidarê û alîgirên wê, bandorê li gel dike. Îqtidar, nikare welêt bi rê ve bibe. Heger rêvebiriyeke bi rêkûpêk hebûye, dê ev pirsgirêk rûnedana. Gel, ne di xema îqtidarê de ye."