Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin

img

ARTVÎN - Şandeya HDP’ê ku bernameya xwe ya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ ên li Artvînê temam kir, ji aliyê welatiyên ku bi eleqeyeke zêde hatin pêşwazîkirin ve bi horonan hatin bi rê kirin.

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Amed, Wan, Îzmîr û Mêrsînê vê carê jî li navçeya Hopa ya Artvînê bernameya xwe ya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ temam kir. Seredanên Şandeya ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Parlementer Erol Katircioglû û ji rêveberên partiyê pêk dihat ên di saetên serê sibê de bi seredana Tora Parastina Jinê ya Kemalpaşa, Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) û esnafan bi dawî bû.
 
JI ÇAYKÛR’Ê RE BERTEK
 
Şandeyê piştî nîvro ewilî çû seredana Tora Parastina Jinê ya Kemalpaşa. Di seredanê de pirsgirêkên hilberînerên çayê yên jin hat guhdarkirin. Ji jinan Canan Ozkan, diyar kir mecbûr dimînin ku çayê difiroşin sektora taybet û wiha got: “ÇAYKÛR’Ê berê kota û kontenjan ne disepand. Lê niha ji bo ku sektora taybet teşwîq bike çû sepandina kotayê. Çaya me jî di destê me de dimîne. Medya jî weke ‘ÇAYKÛR zirar kir’ dide nişandan. Hem ji heremê çayê nagirin hem jî çayê ji derve dikirin.” Jinên din jî destnîşan kirinku ÇAYKÛR di wergirtina karkeran de zilaman tercih dike û jinan re astengiyan derdixe.
 
 
SEREDANA EGÎTÎM-SEN’Ê
 
Şandeyê pişt re li Nûnertiya Egîtim Sena Kemalpaşayê bi karkerên cemawerî û sektora taybet re hatin gel hev. Di hevdîtina ku pirsgirêkên perwerdehiya dûr hatin axaftin de qala girîngiya rêxistinkirinê hat kirin. Di hevdîtina ku karkerên şaredariyê jî beşdarbûn de, hat diyarkirin ku karker nikarin debara xwe bikin. 
 
 
ELEQEYA ZÊDE 
 
Şandeyê herî dawî esnafê navçeya Kemalpaşayê ziyaret kir. Ji yek serenavê seredanê yê derket pêş girtina Deriyê Sînor ê Sarp bû. Esnafan diyar kirin ku ji ber derî girtiye pirsgirêkên aborî dijîn û anîn ziman ku bi vekirina deriyê sînor dikarin hinek bêhnê bistînin. Şandeya ku seredanên xwe yên esnafan li Qada Kemalpaşa bi dawî kirin, li vir bi tûlûm û horonan hat pêşwazîkirin. Şandeya ku kesên li derdorê eleqeyeke mezin nîşan da, pirsgirêkên şêniyên bajêr guhdar kirin.
 
AŞTIYA CIVAKÎ
 
Garo Paylan ê HDP’î jî li vê derê axivî û wiha got: “Em dixwazin fikra aştiyê di rêveberiya Tirkiyeyê cih bigire. Divê em hişmendiyê berberiyê bi dawî bikin. Em hemû welatiyên vî welatî yên bi rûmet in. Li vî welatî ji herkesê re kar û nan heye. Wexta hêj ez nebûyî parlementer digotin li Enqereyê nelirêtiyeke mezin heye. Min digot ‘bi îhtîmaleke mezin ev mezin dikin’. Em nelirêriya Enqereyê xelas bikin ji herkesê re kar û nan heye. Lê divê em ewilî aştiya civakî pêk bînin.”
 
Paylan, bersiva pirsa têkildarî girtina HDP’ê jî da û wiha axivî: “HDP gel e, heq e. Gel li vir e. Ku nikarin gel bigirin wê demê nikarin HDP’ê jî bigirin. Çi bikin bila bikin wê ev fikra azadiyê bi awayekî riya xwe bidomîne. Çiqas êrîşî me kirin em mezin bûn. Em ê ji vê êrîşê jî mezin bin û derkevin. Ji ber ku em dibînin ku gel li pişt pişta me ye.”
 
Şandeya HDP’ê ku li Behrareş “Hevdîtinên Kar û Nan" temam kir, wê piştî demekê ji bajêr veqete. Tê payîn ku wê şande di rojên pêş de nêrînên xwe bike rapor û pêşkeşî Meclîsê bike.