Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar

img

ARTVÎN - HDP’î di çarçoveya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de bi masîvanên Hopayê re hatin gel hev. Rêveberê Malagel a Kemalpaşayê Kamîl Ûstabaş ku HDP’iyan ew ziyaret kir, ev peyam da: “Divê em dest ji cudayiyên siyasî berdin û xwe çawa bi rêxistin bikin biaxivin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ di roja duyemîn de li Artvînê didomîne. Heyeta HDP'ê ku ji ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Parlementer Erol Katircioglû û ji rêveberên partiyê pêktê îro serdana masîvanên Hopayê kir. 
 
PIRSGIRÊKÊN MASÎVANAN
 
Şandeya ku Kooperatîfa Hilberînên Avê ya Hopayê ziyaret kir, pirsgirêkên masîvanan guhdar kir. Ji masîvanan Yuksel Kesîcî, diyar kir ku her roja ku diçe dahata wan kêmtir dibe. Kesîcî, anî ziman ku qirêjiya behrê û nêçîra zêde zêdebûna masiyan asteng dike û bi lêv kir ku li gelemperiya Herêma Behra Reş ava kanalîzasyonan bê parzîn, ber didin behrê. Masîvan Erdal Avci jî da zanîn ku ji ber masî weke êm tên bikaranîn zirarê dibînin û wiha got: “Ji ber lambeyên riya ber behrê masiyan aciz dike masî nayên beravê. Avci, anî ziman ku masîvantiya qefesê jî zirarê dide wan û xwest li dijî van hin sererastkirin bên kirin. 
 
DESTNÎŞANKIRINA NÛKIRINÊ
 
Şande pişt re derbasî Malagel (Halkevi) a Kemalpaşayê bû. Endam û rêveberên Malagel şande pêşwazî kirin. Rêveberê Malagel Kamîl Ûstabaş di serdanê de axivî. Ûstabaş, destnîşan kir ku kapîtalîzm xwe nû dike, divê tevgerên şoreşger jî li gorî rewşê têbikoşin û wiha got: “Behrareş bi têkoşînên derdorê derdikeve pêş, gundên herî mûhafazakar jî berxwedan çêbûn. Heta ku em mewziyên berxwedanê li her derê çênekin em bi van nikarin. Divê em dest ji cudayiyên siyasî berdin û xwe çawa bi rêxistin bikin biaxivin.”
 
‘JI HILBERÎNER RE TEŞVÎK NÎNE’
 
Şandeyê dû re Kargeha Çayê ya Kooperatîfa Pêşketinê ya Çandiniya Hopayê ya li Kemalpaşayê ziyaret kirin. Şandeyê rêveberên kooperatîfê û karkerên çayê pêşwazî kirin. Di serdanê de Serokê Kooperatîfê Harûn Vayîç axivî û diyar kir ku ji ber pergala kotayê hilberîner mecbîr dimînin çayê bidin sektora taybet. Vayîç, destnîşan kir ku sektora taybet jî bi bihayê ku dixwazin çayê digire û wiha got: “Ji Îranê bi bihayekî kêm çay tê. Ji hilberînerê çayê re teşvik tune ye. Ji bo vegerin çaya organîk divê guhertineke topyekûn pêk bê. Divê ax bê paqijkirin. Nîvî cotkaran li bankeyan deyndar in, nîviyên din jî kefîlê wan in.”