Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê

img
STENBOL - Karkerên Şaredariya Bakirkaya Stenbolê bi armanca karê bi ewle û peymana TÎS'ê bixwazin meşiyan avahiya şaredariyê û gotin “Mafê me yê peymanê nayê astengkirin." 
 
Karkerên Şaredariya Bakirkoy a Stenbolê bi armanca daxwaza karê bi ewle û peymana TÎS'ê meşiyan avahiya şaredariya Bakirkoyê. Karkeran li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyanî dan. Gelek karker tev li çalakiyê bûn. Karkeran di çalakiyê de pankarta “Mafê me yê peymana tomarî nayê astengkirin" vekirin û dowîza "Mafê karkeran Şaredar Bulent Kerîmoglu dixwe“, "Mafê me yê sendîkayî nayê asteng kirin" û "Em demokrasî û azadiyê dixwazin" rakirin. Karkeran bê navber dirûşmeyên "Mafê me yê peymanê nayê astengkirin" û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
 
Sekretera Şaxa 27emîn a Genel Îş'ê ya KESK'ê Sureyya Dogan, diyar kir ku Şaredarê Bakirkoyê Bulent Kerimoglu mafê karkeran dixwe wiha got: "Bi soza edalet û demokrasiyê hat ser peyvirê. Lê niha mafê karkeran dixwe. Bulent Kerîmoglu hefteyek berê li ser medya civakî aşkere kir ku li cem karkeran e. Got dê bi xizanî û nelirêtiyê re têbikoşin. Lê em dibînin ku şaredar Bulent Kerimoglu xwerdî du karakter in. Gotinên wî û piratîkên wî ne yek in. Em dixwazin hurmetê ji mafê sendîkayî re nîşan bide û pirsgirêkan li ser masê çareser bikin." 
 
Karker piştre bi dirûşmeyan meşiyan avahiya Şaredariya Bakirkoyê.