ENQERE - Muzîkjenên enqereyî diyar kirin ku di dema pandemiyê de gelek hevalên wan xwe kuştine û bang li hevpîşeyên xwe kirin û gotin: "Ji dêvla ku em xwe bikujin, em vê pergala kapîtalîst bikujin."
Gelek derdoran bandor ji tevdîr û qedexeyên derbarê şewba Covîd-19'yê de girtine. Yek ji van jî muzîkjen in. Di salekê de gelek muzîkjen ji ber betaliyê û rewşa aborî xwe kuştin. Muzîkjenên enqereyî behsa rewşa xwe kirin.
Muzîkjen Ûlaş Akyol ku li kafe û baran distrê, anî ziman ku rewşa wan a beriya pandemiyê jî nebaş bû. Akyol, bilêv kir ku sedema vê jî ew e ku muzîkjenî wekî "kar" nayê hesibandin. Akyol got: "Piştî ku pandemî hat rewşa me xirabtir bû. Kargehên me hatin girtin. Havînê bi awayekî qismî hatin vekirin, lê belê ew jî heya saet dehê êvarê bû. Yanî me tu kar nekir. Di vê pêvajoyê de muzîkjen tevnên piştevaniyê ava kirin. Me bi hev re ji dewletê doza alîkariyê kir."
‘EM NEMAN E'
Akyol, destnîşan kir ku piştî qadên karî hatine girtin ji bêgavî berê xwe dane karine din û got: "Ji xeynî karê xwe, peydakirina karekî din zehmt e. Ji ber pandemiyê her der hatiye girtin. Hema bibêje cihekî ku em karibin lê bixebitin tune ye. Hin hevalên me debara xwe tenê bi muzîkjeniyê dikin. Hin jê bi alîkariya malbatê li ser pêya man. Lê hin jê ev jî bi dest wan nekete. Di warê aborî de em ne mane, qediyane."
Akyol, anî ziman ku sûdê ji meaşê betaliyê nagirin û got: "Ji ber ku em bêsîgorte dixebitin em nikarin bigirin. Heger tu wekî esnafekî razînî tu yê karibî bigirî. Jixwe pereyê ku bi dest me diket têr nedikir ku em vê bikin. Yanî ji sedî 90-95'ên me bêsîgorte ne."
‘EM NE DI XEMA DEWLETÊ DE NE'
Akyol, da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê di meha Nîsan û Gulanê de 500 lîre daye wan û got: "Paşê pêşî li ber alîkariyên şaredariyê hatin girtin. Piştî vê di ser walîtiyan re kirin, lê walîtiyê pêwendî bi me re danenî. Piştî vê jî hikûmetê di ser Wezareta Çandê re kampanyayek da destpêkirin. Tenê çend muzîkjen sûd ji vê kampanyayê girtin. Gelek hevalên me serî lê dan, lê tiştek bi dest nexistin. Min jî sûd jê engirt. Dev ji muzîkjenan berda, ma çi qasî alîkariyê xebatkaran dikin? Em kedkar ne di xema dewletê de ne. Bi feraseta 'kî çi dike bila bike' tevdgerin."
FABRÎKE XEBITÎN, MUZÎK HAT SEKINANDIN
Perwerdekarê muzîkê Denîz Gundogdû jî destnîşan kir ku îqtidarê şewb li gor mifha xwe bi kar aniye û got: "Di dema pandemiyê de gelek kes betal man. Îqtidarê bi vê xwest muxalefetê bitepisîne. Betaliya kesên betal rewa kir. Lê di sektora pîşesaziyê de fabrîke nesekinîn, xebitîn. Lê sektora muzîkê hat bêdengkirin. Tu qadeke xebatê ji bo muzîkjenan nehiştin."
RENGÊ DEWLETÊ KIFŞ BÛ
Gundogdû, diyar kir ku zêdetirî 20 sal in bi muzîkê re eleqedar dibe û beriya pandemiyê ders dida 7 xwendekaran û got: "Di vê serdemê de tu nikarî biçî malên kesî. Gotina me ji bo van mirovan tune ye. Axirê mesele tenduristî ye. Lê dewletê rengê xwe kifş kir, tenê ji bo berjewendiyên sermayeyê tevgeriya û ji bo me qadeke karî nehişt. AVM û fabrîke vekirîbûn, lê belê kargehên biçûk ji binî ve hatin qedandin."
‘NE XWE, EM KAPÎTALÎZMÊ BIKUJIN'
Gundogdû, bal kişand ser muzîkjenên xwe kuştine û got: "Xwekuştin, rewşeke derûnî ye. Ê ku rewşa derûnî diyar dike jî şert û mercên jiyanê ne. Ev, tenê ne ji bo nedebarkirinê ye, 'bêçaretî' ye jî. Mesela, kesekî ku têkeve şikeftê yê bitirse. Mirovê bitirse, bêçare ye û mehkûmî birêvebirinê ye. Kesên serî li rêbaza xwekuştinê dane jî, bêçare mane. Ji ber ku bi tenê mane û çareyek nedîtine, xwe kuştine. Ev, asta cîhana kapîtalîst nîşan dide. Bi ya min, ji dêvla ku em xwe bikujin, em vê pergala kapîtalîst bikujin. Heger em bi hev re bitêkoşin, em ê karibin derfetan peyda bikin."