Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe

img

ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ya Şirnexê dayîka Hamaîl Cîn ku 20 sal in bi sewalkariyê re mijûl dibe û pê debara xwe dike, ji ber qedexekirina zozanan û aloziya aborî rojên zor û zehmet derbas dike. 

Li herêma Botanê ku sewalkarî lê tê kirin, ji ber polîtîkayên “ewlehiyê” yên li herêmê tên meşandin, kesên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin, rojên zor û zehmet derbas dikin. Sala borî li herêmê, di encama polîtîkayên ewlehiyê de bi hezaran dar hatin şewitandin û bi dehan zazonên ku li wan sewalkarî dihat kirin, hatin qedexekirin. Bi van qedexeyan re welatiyên sewalkariyê dikin, li herêmê mexdûr bûne û di hêla aborî de gelek bi gazind in. 
 
JI BER QEDEXEYAN SEWALÊ XWE FIROTIYE
 
Li taxa Alîçavuş a li navçeya Elkê ya Şirnexê dayîka Hamaîl Cîn ku 20 sal in debara xwe bi sewalkariyê dike, ji ber qedexeya zozanan ji neçarî hin sewalên xwe firotiye û hejmara wan kêm kiriye. Cîn, da zanîn ku di xwedî kirina sewalan de êdî zehmetî dikişinin û wiha got: “20 sal in ez sewalkariyê dikim. Beyî pez sebra min nayê. Her roj ber banga sibehê radibim. Giya didim wan û berxan ber şîr dikim. Pişt re pezê xwe didoşim. Heta niha min û hevserê xwe bi hevre karê sewalkariyê dikir, lê piştî ku ew nexweş ket hemû kar û barê malê li ser milê min maye. Jiyana me wiha bi zor û zehmetiyê derbas dibe.”
 
'3 SAL IN EM NIKARIN BIÇÎN ZOZANAN' 
 
Di berdewamê de Cîn, destnîşan kir ku ku qedexekirina zozanan sewalkariyê tune dike û ev tişt anîn ziman: “Ev 3 sal in ji ber qedexeyan em nikarin biçin zozanan. Berê me bi awayekî serbest sewalkarî dikir û pezê me pir bû. Lê di van salên dawîn de ji ber qedexekirina zozanan pezê me jî kêm bû. Heke çêbibe em ê biçîn zozanan. Heger pez neçin zozanan sewalkarî jî heta derekî ye. Em hêvî dikin ku îsal zozanên me neyên qedexekirin ku em bikaribin biçin zozanên xwe.”
 
'BI VÎ AWAYÎ SEWALKARÎ NAMÎNE'
 
Cîn, di dawiya axaftina xwe de qala bandora qrîza aborî ya li ser wan jî kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji ber aloziya aborî em gelek zehmetiyê dikişînin. Giya biha dikin, zozanan qedexe dikin. Bi vî awayî sewalkarî namîne. Heke sewalkarî nebe em ê çi karî bikin? Her mehê em miyeke xwe difiroşin da ku bikaribin giya bikirin. Lê ka gelek biha bûye. Em nikarin bikirin. Beriya niha me ji pez re giya kom dikir û heta ku zivistan xelas dibû têra me dikir. Lê ji ber qedexekirina zozanan me giya kom nekir û niha jî em giya dikirin. Di dawiyê de ez ê jî pezê xwe bifiroşim. Ji ber ku her tişt biha bûye û ev jî zirarê dide me.”
 
MA / Zeynep Dûrgût