Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn

img
AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi wesîleya 14’ê Adarê Hefteya Tibê ji bo xebatkarên bûne qûrbaniyên koronayê li ser Pira Dehderî qerenfîl avêtin avê û ew bibîr anîn. 
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji sazî û dezgehên tenduristiyê pêk tên bi wesîleya 14’ê Adarê Hefteya Tibê ji bo xebatkarên tenduristiyê bûnê qurbaniyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bernameyek bîranînê li dar xist. Endamên Platformê li ser Pira Dehderî ya li ser Çemê Dîcleyê kom bûn û deqîqeyek rêz girtin. Pişt re xebatkarên tenduristiyê ji bo bîranîna hevpîşeyên xwe qerenfîlan avêtin Çemê Dîcleyê û ew bibîr anîn.