AMED - Esnafên ku piştî qedexeyên pandemiyê kargehên xwe vekirin, dan zanîn ku “Asayîbûna” nû wê nekare kavilê pêvajoya salekê rake.
Bajarê Amedê di hejmara pêketiyên di nexşeya bi rîsk a vîrûsa koronayê ya ji aliyê Wezareta tenduristiyê ve hat weşandin de, cih girt. Ji ber vê yekê qedexeyên pandemiyê li Amedê rabûn. Bi rabûna qedexeyan re esnafên Amedê kargeh û dikanên xwe vekirin. Lê ligel vê jî, esnaf di nava fikar û gumanên mezin de ne. Esnaf difikirin ku ew ê çawan têkçûyana xwe ya salekê derbas bikin û ji nû de qezenc bikin.
GELEK ESNAFAN NEKARÎN DIKANÊN XWE VEKIN
Esnafên ku 6 mehên derbasbûyî deriyên kargehên xwe kîlît kiribûn, bi asayîbûnê re jî nekarîn deriyên dikanên xwe vekin. Gelek karsazan îlanên bikirê û malê firotinê kargehên xwe ve kirin .
NIKARIN KESEKÊ BIDIN XEBITANDIN
Gelek xwediyên qehwexaneyan, ji ber rewşa aboriyê nikarin personelan bidin xebitina û neçar mane ku ew bi xwe bixebitin.
4 MEHIN NIKARE KIRÊ BIDE
Karsazê kafeyekê ya li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê, diyar kir ku 10 mehin yekemin care ku kafeya xwe vedike. Karsaz, da zanîn ku 7 hezar TL daye kirê û wiha got: “Ez 4 personelan didim xebitandin. Duh min 60 TL qezenc kir û min ew jî da personelekê xwe. Fatûrên me yên ceyranê dîsa pir zêde hatine. Em nizanin emê çibikin.”
Xwediyê qehwexaneyeke li semta Ofîs jî, diyar kir ku wî îro 20 TL qezenc kiriye, ev 4 mehin nikare kirêya xwe bide û ji neçarî ew bi tenê dixebite.
‘EM ZERER DIKIN’
Karsazê Salona Borekan dixebitîne Mûrat Gumuş jî, anî ziman ku bi asayîbûnê re, karê wan hinek çêbû û wiha axivî: “Pereyê ku min di mehên qedexeyê de berhev kiribûn, min da kiriya dikana xwe û karkerên xwe. Em niha tenê dikarin nan bibin mala xwe. Ez ji ceyranê kêm dikim nabe, ez ji avê kêm dikim nabe û ez ji her tiştî kêm dikim dîsan nabe. Ez her meh 2 hezar TL zirar dikim. Ne tenê nexweşiyê, di aboriyê de jî mirov hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de tişta herî ez aciz kirim, salonên kongreyên dije bûn. Divê berî her tiştî desthilatdarî bi baldar nêz bibûya. Dûre ji gel her tişt bixwestan.”
EV DU ROJIN NIKARE SÎFTEH BIKE
Mehmet Salîh Dîrîl ê li Xana Hasan Paşa ya Sûrê alavên kevnar difiroşe jî, bal kişand ser rewşa xwe û wiha hirsa xwe anî ziman: “Bi salene, yekemîn car di pêvajoyek evqas xirab re derbas dibim. Dikana min 6 mehan girtî ma. Karê min jî bi turîstan ve girêdayî ye. Ligel ku min du rojin dikana xwe vekiriye jî, min nekarî sîfteh bikim. Piştî vî temenê xwe ezê bi ku de biçim, çi bikim nizanim. Êdî em nikarin lêçûnên xwe pêşwazî bikin. Ger wisan biçe, emê têk biçin.”