Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin

img
STENBOL – Karkerên ku li navçeya Beşîktaşê li înşaetekê dixebitin, ji bo heqdesta xwe ya kêm hatiye razandin bigirin vîncekê desteser kirin. 
 
Karkerên ku li înşaeta Dibistana Seretayî ya Mûrat a li Etîlera navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê dixebitin, 4 meh in heqdesta wan kêm tê razandin. Karkeran li dijî çalakî dan destpêkirin û vînceke înşaetê desteser kirin. Karkeran, destnîşan kir ku pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin û heta ku pirsgirêka wan bê çareserkirin wê li ser vîncê neyên xwarê.
 
Desteserkirina vîncê ya karkeran didome.