Ji ÎMO’yê kampanyaya ‘Ji her şantiyeyê re şefek’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎMO’yê, diyar kir ku peywira şeftiya şantiyeyê peywîreke ku pêwîst dike tevahiya rojê bê kirin û ji şantiyekê zêdetir nikare were kirin. 
 
 
Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) ya girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), li navenda xwe ya giştî civîneke çapemeniyê li dar xist û starta kampanyaya “Ji her şantiyeyê re şefek” da. Serokê Lijneya Birêvebirinê ya ÎMO’yê Taner Yuzgeç, di civînê de axivî û diyar kir ku li gel rêzika derbarê şefên şantiyeyê de jî îdare keyfî tevdigerin. Yuzgeç, da zanîn ku şeftiya şantiyeye li ser kaxiz dimîne û wiha got: “Mayîna li ser kaxizê ya şeftiya şantiyeyê ji bo welatê me çavkaniya şermê ye. Li welatê me ku timik erdhej lê çêdibin ev rewş ji bo ewlehiya canê me xetereyeke.”
 
DAXWAZ
 
Yuzgeç, ji bo çareserkirina pirsgirêkên tên jiyîn ev tişt gotin: “Ji derveyî rewşên îstîsnaî divê her şefê şantiyeyê tenê li şantiyeyekê tevahiya rojê bixebite. Divê şefên şantiyeyê di bin destheqê asgarî yên endazyariyê ku TMMOB’ê diyar kir neyên xebitîn û destheqê wan bixin bin ewlehiya qanûnî.”
 
Şaxên ÎMO’yê yên Wan û Edeneyê jî derbarê kampanyayê de li avahiyên xwe daxuyanî dan.