Kelerima îsal bû para heywanan

img

MÊRSÎN - Cotkar Abbas Baglan, îsal kelerim daniye. Lê ji ber ku nikaribûye bifiroşe, bêyî ku berhev bike, erdê xwe jinûve ajotiye. Baglan got: "Heya quweta me bigihêjê em ê vî karî bikin." 

Polîtîkayên çandiniyê pişta cotkaran dişikînin. Ji ber van polîtîkayan di sala 2020'î de ji sedî 11'ê kesên cotkariyê dikin dev ji çandiniyê berdane. Yek ji van cotkarên ku polîtîkayên navbirî bandorek pir xirab lê kiriye jî Abbas Baglan e. Baglan, li Taxa Fahrettînpaşa ya navçeya Tarsûs a Mêrsînî cotkariyê dike. Baglan ê 40 salî zivistanê kelerim, kelema sor û spî û havînan jî fasûle û garis diçîne. Baglan, anî ziman ku îsal 35 donim kelerim daniye, lê belê ji ber ku heya niha nikaribûye bifiroşe, ji mecbûrî cardin erdê xwe ajotiye. 
 
Baglan, bilêv kir ku şitila kelerimê bi 30-35 qurişa ye û şitilek heya ber dide tevî gubre, mazot û dermanan mesrefa wê 1.50 TL ye. Baglan, destnîşan kir ku 125 TL mesref kiriye, lê nikaribûye kîloya kelerimê bi 30 qurişî bifiroşe. 
 
‘HÊVIYA ME BERÊN NÛ NE'
 
Baglan, bilêv kir ku kelerim li Stenbol û bajarên din di warê bihabûnê de şampiyone û bi fiyetekî biha tê firotin, lê ew nikare kelerimên xwe bifiroşe, lewma pezê di çewligan de bera nav erdê xwe daye. Baglan, bal kişand ser rewşa hewaya îsal û pandemiyê û diyar kir ku ji ber vê berên wan di dest wan de mane û got: "Êdî hêviya ma berên nû. Niha em haziriyên garis dikin. Em ê hewl bidin ku bi garis qezenc bikin. Ji bav û kalan, karê me ev e. Heya quweta me bigihê em ê vî karî bikin. Lê em nizanin wê şert û şirtû çi bînin pêşiya me." 
 
SALÊN HERÎ XIRAB 
 
Baglan, bal kişand ser fiyetê mazot, gubre û dermanan jî û got: "Gava me kelerim çandin, fiyetê 50 kîlo gubre 90 lîre bû, lê niha kîsê wê bûye 140-150 TL. Malê me pere nake, lê mesref zêde dibe." 
 
Baglan, destnîşan kir ku Wezîrê Çandiniyê û rêvebirên wan ji çandiniyê fêm nakin. Baglan, diyar kir ku ji 10 saliya xwe ve cotkariyê dike, lê belê heya niha bi qasî çend salên dawî salên wis axirab nedîtine. 
 
Abdûllah Demîr ê 53 salî jî ku sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber ku xwediyê erdan nikarin berên xwe bifiroşin, destûr dane wan ku heywanên xwe li nav erdên wan biçêrînin. 
 
MA / Omer Akin