Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê

img
KOCAELÎ - Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê yên Kocaeliyê xwestin daxwazên karkerên Migros û Baldurê pêk bînin û ji bo vê yekê dîsa xwest sendîka ji bo mafê karkeran pêk bê têkevin nava liv û tevgerê. 
 
Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê yên Kocaeliyê, ji bo piştgiriyê bidin karkerên li Navçeya Çayirova ya Kocaeliyê ji ber bûne endamên sendîkayê ji kar hatine avêtin û 28 roj in li ber xwe didin û dîsa ji bo piştgiriyê bidin karkerên bi daxwaza “Karkerên ji kar hatine avêtin bila dîsa li kar vegerin û mafê sendikayî û peymana tomarî bê qebûlkirin" 38 rojin di grevê de ne, li Parka Mafên Mirovan a Îzmittê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankartên “Berxwedan û piştevanî dê bi ser bikeve, Karkerên ji bo kar û keda xwe li ber xwe didin ne bi tenê ne." vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî piştevaniya çînî" û "Dema karker birçî bin ji patronan re aramî tune ye" berz kirin. Gelek nûnerên rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Berdevka Demî ya KESK'ê Yeliz Yılmaz Karstarli axivî û xwest daxwazên karkeran bê qebûlkirin û mafê wan bê dayîn.  Karstarli, anî ziman ku îqtîdar daxwazên karkeran nabîne û her ku diçe şert û mercên karkeran girantir dibe. Karstarli, da zanîn ku 59 hezar karker bê heq şandin destûrê û mafê keda wan hat xwarin. Ji 17'ê Nîsana 2020'an heta 31'ê Kanûna 2020'an 59 hezar û 843 karker şandin destûrê û heqê wan neda wan.
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ 
 
Karstarli, bang li sendîkayan jî kir û xwest ji bo mafê karkeran biparêzin bi lez têkevin nava tevgerê û êdî dawî li keda  bê heq bînin û wiha got: "Divê hemû çîna karkeran û sendîkayên karkeran bi hevre li dijî van êrîşan têbikoşin. Werin em bi hevre li dijî destûra bê heq dengê xwe bilind bikin. Ji bo tam zem bibe û mafê karkeran bê parastin em bi hevre têbikoşin."