Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin

img
ANTALYA/EDENE - Şaxên SES’ê yên Antalya û Edeneyê, di çalakiya bi dirûşmeya “Rûpoş Diaxivin” li dar xistin de, daxwazên xwe rêz kirin.
 
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) yên Antalya û Edeneyê, di çarçoveya çalakiyên bi dirûşmeya “Rûpoş Diaxivin” de li avahiyên xwe civînên çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniya Şaxa SES’ê ya Antalyayê de Hevseroka Şaxê Şukran Îçoz axivî. Îçoz, diyar kir ku wê di serî de ji bo derzîkirin, tenduristiya gel û mafê xizmeta civakî têbikoşin.
 
Îçoz, bal kişand ser kampanyaya derzîkirinê û wiha got: “Pêvajoya ku berjewendiyên sermayê diparêze, êrişî destkeftiyan bike, mayîndekirina şertên xebatên bê ewlehî, zirara hemû welatiyan e. Pandemî nîşan dide ku heta ku em hemû di nava ewlehiyê de nebin wê kesek ji me di ewlehiyê de nebe. Ji bo ku em xwe bi rêxistin bikin, dengê xwe û daxwazên xwe bi dengekî bilindtir derxînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Îçoz, herî dawî daxwazên xwe wiha rêz kirin: 
 
“* Divê demildest temînkirina ewle û bibandor a derzîkirina ku têra herkesê bike û bêheq be bê peydekirin. Divê ji bo pêvajoya derzîkirinê bi rêxistinên qada tenduristiyê yên ked û pîşeyî re hevpar tevbigerin.
 
* Divê di bin tu navan de, ji bo xizmetên tenduristiyê, ji gel, heq neyê stendin. Divê xizmetên tenduristiyê ji bo herkesê (penaber û hwd jî di nav de) bêheq bin.
 
* Divê pişka ji bo butçeya perwerdehiyên tenduristiyê û saziyê tenduristiyê yên cemaweriyê bê bilindkirin. Divê xizmeta ku SGK ji nexweşxaneyên taybet digire ne serê xizmetê an serê bûyerê be divê bi butçeçêkirina komî be." 
 
EDENE
 
Di daxuyaniya ku li Şaxa SES’ê ya Edeneyê hat lidarxistin de jî, nûnerên girêdayî sendîkaya KESK’ê piştgirî dan. Hevserokê Şaxa SES’ê yê Edeneyê Dr. Murşît Enîs Akyuz, daxwazên kedkarên tenduristiyê anî ziman û got, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.