KESK'a Dersimê: Em li zanîngehên xwe qeyûman naxwazin

img
DERSIM - Platforma Şaxên KESK’ê ya Dersimê, bertek nîşanî tayînkirina rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê da û got: “Em li zanîngehên xwe qeyûman naxwazin.”
 
Platforma Şaxên Konferderasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Dersimê, derbarê tayînkirina rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê de, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de, pankarta “Ramana azad, zanîst, çand û çalakiyên demokratîk nayên zincîrkirin” hat vekirin. Serokê Şaxa Egîtîm-Sen’ê yê Dersimê Huseyîn Kasûn di daxuyaniyê de axivî.
 
‘XWESTIN ÇAVTIRSANDÎ BIKIN’
 
Kasûn, diyar kir ku kiryara ewil a “rektorê qeyûm” û polîsan ew bû ku deriyê zanîngehê kelepçe bikin û wiha got: “Xwendekarên ku tayînkirina rektor şermezar kirin roja din deriyên malên wan hatin şikandin û binçav kirin. Bi vê yekê dixwazin civakê çavtirsandî bikin.”
 
‘EM QEYÛMAN NAXWAZIN’
 
Kasûn, da zanîn ku di çarçoveya daxwazên hevpar de, hatina gel hev a pêkhateyên zanîngehê yên demokratîk hêviyê zêde dike û wiha axivî: “Em çiqas hêviyên xwe mezin bikin, wê desthilatî jî, ewqas bitirse. Em bi rêxistinkirina xwe dengê xwe mezin dikin. Em, qeyûmên zendikin ku wê zanîngahena bi tundiya li dijî xwendekaran, kelepçekirina deriyên zanîngehan û polîs vexwendina kampusan bi rêve bibin, di zanîngehan de naxwazin."