Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê

img
AMED - Şaxa SES’ê ya Amedê, bertek nîşanî sererast nekirina aboriyê, şert û mercên xirab ên kedkarên tenduristiyê tê de dixebitin da û li dijî vê yekê  li ber nexweşxaneyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê, bi daxwaza şert û mercên xebatê yên xebatkarên tenduristiyê û aboriya wan bên sererastkirin, li ber avahiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Meaşên me têra em pê xwêdana xwe paqij bikin nake” hat vekirin û dowîzên “Em dîsan hatin ji bîrkirin”, “Em jiyanek mîna ya mirovan dixwazin” û “Em mafên xwe dixwazin” hatin hilgirtin.
 
'LÊXISTINA ÇEPIKAN ZIKÊ ME TÊR NAKE’
 
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em bi tu awayî beramberî keda xwe, ne madî û ne jî manewî nagirin. Lêxistina çepikan zikê me têr nake. Ji bo ku zikên me têr bibin, pêwîstiya me bi aboriyek baş heye. Em bi van meaşên xwe nikarin debara xwe bikin û êdî em gehiştine sînorê biçîbûnê. Em vê qebûl nakin. Ji bo ku me mafê xwe bi dest bixin, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
Kedkarên tenduristiyê, piştî daxuyaniyê 15 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” û “Em sinca daîmî daxwazin” hatin berzkirin. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê, daxuyanî bi dawî bû.