COLEMÊRG - Esnafên Geverê ku ji ber qedexeya derketina derve rewşa wan xirab bûbû, niha jî ji ber krîza aborî, desteserkirina berên wan û pêvajoya pandemiyê zehmetiyê dikişînin. Serokê YETSO'yê Vedat Çogaç, diyar kir ku di 10 mehan de 117 esnafan dikanên xwe girtin û xwest di warê kirê de piştgiriya esnafan bê kirin.
Di ser qedexeyên derketina derve yên sala 2016'an de ku 79 rojan dewam kiribûn 4 sal derbas bûn. Lê belê esnafên navçeya Gever a Colemêrgê hîn jî kar û barê xwe tam bi kesy nekirine. Sala ku qedexeya derketina derve hatibû ragihandin li dor hezar û 500 esnafî endamên Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê (YETSO) yê bûn. Lê belê piştî qedexe hatin rakirin 500 esnaf ji ber ku kargehên wan hatibûn texrîbkirin û şewitandinê ji mecbûrî dikanên xwe girtibûn. Piştî qedexeyê bi demekê esnafan hewl dabû ku xwe bi keys bikin, lê belê vê carê jî krîza aborî rû da.
KREDÎ, KRÎZ, KIRÊ, ŞEWB...
Esnaf, ji bo ji derheqê krîzê derkevin ji bankeyan kredî kişandin. Lê belê kredî jî ji bo wan nebû derman. Esnafên ketibûn etra deynên krediyan vê carê krîza aborî rû da û ji ber her diçe krîz kûrtir dibe êdî nikarin heqê kirêyên xwe bidin. Her wiha şekir, çay, cixare û berên din ku ji wî aliyê sînor tên jî bi hinceta "qaçax" in tên desteserkirin û bi ser de jî tevdîrên ji bo şewba Covîd-19'ê tên girtin rewşa esnafan ji binî ve xerab kir. Ji ber van sedeman di 10 mehên dawî de li navçeyê 117 esnafan dikanên xwe girtin û qeyda xwe ya li YETSO'yê xera kirin.
Serokê YETSO'yê Vedat Çogaç, derbarê rewşa esnafên bajêr de axivî.
EWLEHÎ
Çogaç, destnîşan kir ku di dema qedexeyê de gelek kesî koç kir û kargeh hatin texrîbkirin û got: "Pêvajoya piştî qedexeyê, ji bo esnafên me pêvajoyek pir xirab bû. Helbet beriya vê pêvajoyê jî rewşa aboriyê pr nebaş bû. Lê piştî koçberiyê ev yek zêdetir bû. Xwekeyskirin zehmet bû." Çogaç, ji bo bazirganiya sînor jî anî ziman ku ew jî bi hinceta "ewlehiyê" hatiye sekinandin û ev yek barê wan ê heyî girantir kiriye.
DAHAT TUNE, LÊÇÛN ZÊDE YE
Çogaç, bilêv kir ku di demên dawî de tu fêdeya Deriyê Sînor ê Esenderê li wan nabe. Çogaç, diyar kir ku ji ber tevdîrên ji bo şewbê jî mexdûr bûne û ji ber ku alîkariya wan nayê kirin mexdûriyeta wan zêdetir bûye. Çogaç, anî ziman ku pirsgirêka wan a herî mezin heqê kirê û fatûreyan e û got: "Hûn ji esnafan re dibêjin 'dikanên xwe bigirin.' Lê belê ji bo karibin jiyana xwe bidomînin hûn alîkariya wan nakin. Karker hene. Her yek ji wan malbatek e. Ev mirov dê çawa debara xwe bikin? Hûn dibêjin 'em tevdîran bigirin.' Temam, pir baş e. Em jî dixwazin lê pêdiviya mirovan bi alîkariyê jî heye. Me heya niha tu alîkarî malîkarî nediye."
Çogaç, destnîşan kir ku esnafan heya demekê bi krediyan îdare kirine, lê belê niha nikarin deynê krediyan jî bidin û got: "Nexasim jî ên di dema pandemiyê de bibandor bûn restoran, kafe, kantîn û qirtasiye bûn. Dahat tune, lê lêçûn zêde ye."
BANG LI XWEDIYÊ DIKANAN KIR
Çogaç, anî ziman ku ji meha Adarê heya niha 117 esnafan qeyda xwe xera kiriye û sedema vê jî heqê kirê ne. Çogaç got: "Ev tiştekî êşbar e. Navê vê îflaskirin e. Ji sedî 90'ê esnafên ku qeyda xwe xera kirin ji ber heqê kirê xera kirine. Me di meha Gulanê de ji xwediyê dikanan xwest di warê kirê de aliyê wan bikin. Mala wan ava, 2-3 mehan kirê nestandin. Em careke din ji wan rica dikin ku qet nebe bila zêde nekin û heqê kirêyan kêm bikin."
PÊŞNIYARÎ
Çogaç, bilêv kir ku divê ji bo mehên ku dikan girtî bûn ji esnafan bac, prîm, heqê ceryan û avê neyê stendin û got: "Ji bo esnaf hebikekî rihet bibe dviê ev yek bê kirin. Divê bi qasî meaşê kêm alîkariya her esnafî bê kirin. Berên ji wî aliyê sînor tên êdî nayên firotin. Ji lewra bi hinceta 'alîkariya rêxistinê tê kirin' dest datînin ser wan. Lê divê neyê jibîrkirin di dema pandemiyê de tekane çavkaniya debarê ya hin esnafên me ev ber in. Ji bo vê jî divê hin tişt bên kirin."
MA / Gokhan Altay - Mazlûm Engîndenîz