KESK: Mûçeyê kêmane ne qencî ye mafek mirovî yê bingehîn e

img
ENQERE – KEKS’ê bi bîr xist ku sînorê feqîriyê xwe spartiye 8 hezar û sînorê birçîbûnê jî xwe spartiye 3 hezar TL’yî û mûçeya kêmane ku têra jiyanek adil û mirovane bike ne qenciya îqtîdarê ye, mafek mirovî yê bingehîn e.
 
Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî civîna ewil a dê di Komîsyona Tespîta Mûçeyê Asgarî de were lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin zêdekirina mûçeyê kêmane her tim di rêjeya hejariyê de hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sînorê feqîriyê xwe spartiye 8 hezar û sînorê birçîbûnê jî xwe spartiye 3 hezar TL’yî û mûçeya kêmane ku têra jiyanek adil û mirovane bike ne qenciya îqtîdarê ye, mafek mirovî yê bingehîn e.
 
Di daxuyaniyê de pêşniyazên ji bo mûçeya kêmane were zêdekirin hatine rêzkirin û hat xwestin ku mûçeyê kêmane li derveyî bacê were girtin.