Karkerên Bîmeksê bal kişandin ser 2'yê Mijdarê: Em ê kon vedin

img

STENBOL - Karkerên Bîmeksê ku ji bo meaşê xwe û tazmînatên xwe bistînin çalakiyê li dar dixin, ragihandin ku heger heqê wan neyê dayîn wê di 2'yê Mijdarê de li ber Zanîngeha Bogazîçiyê ku xwediyê şîrketê lê ye, konê xwe vedin û gotin: "Em ê bes nekin. Zû yan dereng em ê heqê xwe bi dest bixin." 

Bîmeksê ji ber krîza aborî ya 2018'an de mexazeyên xwe girtibûn. Gava mexazeyên xwe girtibûn meaşê bi sedan karkerî jî nedabûn. Ji ber vê karker jî ji bo meaşên xwe û tazmînatên xwe wergirin dest bi çalakiyê kiribûn. Karker tim diçin ber Zanîngeha Ozyegîn û Zanîngeha Bogazîçiyê ku xwediyên şîrketê li van zanîngehan hîndekar in. Heya niha gelek caran bi mudaxileya polîsan re rû bi rû mane û gotin, heger di 2'yê mijdarê de kardêr neyê rayê ew ê biçine li ber Zanîngeha Bogazîçiyê konên xwe vedinin. 
 
DOSYEYÊN HECZÊ 
 
Melîh Mûtlû ku di sala 2015'an de li Bîmeksê dest bi kar kiriye, anî ziman ku di dawiya sala 2016'an de meaşê wan dereng hatine razandin û got, di serê sala 2017'an de jî meaşên wan hew hatiye dayîn. Mûtlû, diyar kir ku heya meha Adarê sekinîne û dû re doz kirine û got: "Pereyê ku min ê bistenda diyar bû. Wê çaxê jî hezc hat ser dikana li ser navê Bîmeksê qeydkirî." 
 
Mûtlû, diyar kir ku berî mexaze bên girtin karker li hev kom bûne û axivîne dikarin çi bikin û got, ji xeynî rêyên hiqûqî tu alternatîfek wan tunebûye. Mûtlû, anî ziman ku doz bi dawî bûne, lê belê tiştek bi dest wan neketiye û got, gava ji akrdêran dawa heqê xwe kirine ji wan re gotine: "Deyn ne deynê min e. Deyn, deynê şîrketê ye, heta divê şîrket pereyan bide min jî." Mûtlû got: "Di warê derewan de hingî profesyonel in, hindik maye hûn ji bêrîka xwe pereyan bidin wan." 
 
HINAN JÊ XANIYÊN XWE FIROTIYE 
 
Mûtlû, bilêv kir ku piştî ji kar derketiye derûniya wî xirab bûye û got: "Ev rewş hîn jî didome. Min digot wê pereyên min bidin min. Li Tirkiyeyê kardêr hemû kedxwar in, karkeran dieciqînin." 
 
Mûtlû, destnîşan kir ku Bîmeksê top nehavêtiye û li ofîseke biçûk kar û barê xwe didomîne û got: "Ji wan weye wê karkeran bixapînin û wê karker nekevin dû wan. Gotin 'Em ê dû re cardin şîrketa xw eava bikin.' Lê xafilîn, ji lewra ji ber wan hin karker û hevjînên xwe dev ji hev berdan, hinan jê jî xaniyên xwe firotin. Lê êdî tiştekî kesî nemaye ku ji dest wan biçe." 
 
‘DIREVE' 
 
Mûtlû, anî ziman ku biryar girtine "Ji niha û pê ve li kîjan bajarî dibe bla bibe ji destê kê çi bê wê bike" û got, heger heya 2'yê Mijdarê kardêr tiştek bi ser tiştekî nexe wê biçin ber Zanîngeha Bogazîçiyê konên xwe vedin. Mûtlû got: "Em pereyên xwe dixwazin, lê kardêr direve." 
 
Mûtlû, anî ziman ku çend roj berê xwestine li ber Zanîngeha Bogazîçiyê çalakiyekê li dar bixin, lê belê hatine binçavkirin û got: "Heya niha em di ber qereqolan re jî neçûne. Em ditirsiyan. Me bawer nedikir ku em ê bên binçavkirin. Ji lewra me tu sûc nekiribû. Tenê me dixwest em kardêr bibînin. Bi hinceta şewbê em binçav kirin, lê rabûn 40 kesî xistsin heman wesayîtê." 
 
Herî dawî Mûtlû got: "Em ê bes nekin. Zû yan dereng em ê heqê xwe bi dest bixin. Bila nebêjin jixwe wa zivistan tê wê nikairibin ji malên xw ederkevin. Em ê havînan jî zivistanan jî bên." 
 
‘PROFESORÊN ÎFLASÊ' 
 
Karker Atakan Başaran jî got: "Şîrketeke 40 salî ye, ma qey tu tişt berhev nekirie? Ev profesorên îflasê ne. Baş dizanin wê şîrketek çawa bê îflaskirin. Li Tirkiyeyê qanûn ji bo mirovên binamûs heye. Lê belê ev kes li dû kêmaniyên di qanûnê de ne û bi vî awayî çav berdidin heqê karkeran. Û karker di warê hiqûqê de nikare tiştekî jî bike." 
 
MA / Kadîr Guney