ENQERE – Kedkarên tenduristiyê yên endamên SES’ê ji bo hevpîşeyên xwe yên ji ber Kovîd-19 mirin li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe çalakiya bi lêdana çepikan li dar xistin.
Kedkarên tenduristiyê yên endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Enqereyê ji bo hevpîşeyên xwe yên ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dane li ber Nexweşxaneya ZanîngehaHacettepeyê çalakiya şermezarkirina bi lêdana çepikan li dar xist. Polîsan kedkaran asteng kir û nehişt biçin ber avahiya rektoriyê daxuyanî bidin.
Kedkaran wêneyên hevpîşeyên xwe hildan û tevî astengiyan jî gotin ew dixwazin dengê xwe û rewşa xwe ragihînin û qîr bikin.
Kedkaran ji bo hevpîşeyên xwe bûne qûrbaniyên koronayê rêz girtin û rewşê bi lêdana çepikan şermezar kirin û belav bûn.