Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e

img
STENBOL – Rojnamevan Bahadir Ozgur anî ziman ku ji zûv de ye îqtidara siyasî nikare der barê texrîbata ji ber krîza aborî û pandemiyê rû daye de polîtîkayek hilberîne û got. "Li paşperdeya propagandaya piroleyî ya di ser rezerva gaza xwezayî ya li Behra Reş de ev tişt heye." 
 
Rojnamevan û aborîzan Bahadir Ozgur, bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep tayyip Erdogan û Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak ên der barê gaza xwezayî û rewşa aborî de. 
 
‘PÊDIVÎ BI TIŞTEKÎ NÛ HEBÛ' 
 
Ozgur, bal kişand "mizgîniya" Serokomar Erdogan û got: "Ji zûv de ye ku îqtidara siyasî nikare der barê texrîbata ku ji ber krîza aborî û pandemiyê rû daye polîtîkayekê hilberîne. Jixwe pêla dawî ya kûra dowîzî careke din binketina polîtîkayên aboriyê nîşan da. Di serdemek wiha de pêdiviya îqtidarê bi tiştekî hebû ku di warê aborî de hêza xwe bide der. Li paşperdeya propagandaya piroleyî ya di ser rezerva gaza xwezayî ya li Behra Reş de ev tişt heye." 
 
Ozgur, bibîr xist ku piştî daxuyaniyên Erdogan kûrên dowîzî zêde bûne û got: "Jixwe dibe ku kûr ji ber rasteqîniyên aborî yên makroyî ji nişkave bilind bibe." 
 
‘NE MIMKUN E' 
 
Ozgur, der barê gotinên Erdogan de ku gotibû "Armanca me em di sala 2023'yan de agaza Behra Reş bi kar bînin" got, lê belê ev ne mimkun e. Ozgur got: "Heger rezerva ku hatiye dîtin hemû jî bê derxistin ancax têra 7-8 salan bike. her wiha Midûrê Giştî yê TPAO'yê yê berê Pisporê Enerjiyê Necdet Pamîr, rasyonelîteya enerjiyê bi awayekî aşkere bilêv kir. Yanî ne diyar e bê ka wê hemû bê derxistin an na." 
 
Her wiha Ozgur destnîşan kir ku dê rezerva gaza xwezayî ya hatiye dîtin nikaribe kêmaniya cariyî hel bike û got, dê ev ji bo pirsgirêka enerjiyê jî nebe çare. Ozgur got: "Em salê bi nîvekî 45 milyar metrekup enerjiyê xerc dikin. Tirkiye bi qasî 50 milyar dolarî enerjiyê îthal dike. Îjar gava em di vê çarçoveyê de lê mêze bikin, hemû jî bê derxistin ancax têra enerjiya salekê ya hatiye îthalkirin bike. Her wiha peymaneke wê heye ku her sal divê 70 milyar etrekup enerjiyê bikire. Xerckirin herî zêde 50 milyar mtrekup e. Tirkiye mecbûr e heqê 20 milyar metrekupê ku nayê bikaranîn jî bide." 
 
MA / Ferhat Çelîk