Kesên qurbanan difiroşin: Keda me tê xwarin

img
AMED / EDENE – Xwediyên sewalên qurbanê difiroşin diyar kirin ku ji ber lêçûyînan ew gelek zehmetiyan dikişînin û keda wan tê xwarin. 
 
Welatî îsal Cejna Qûrbanê di nava gefên şewba vîrûsa koronayê de pêşwazî dikin. Ji bo ku hin bêtir şewba koronayê belav nebe rayedar û rêxistinên tenduristiyê hişyarî didin welatiyan. Li bazarên sewalan ku qurban lê tên firotin tevdîrên koronayê tune ne û ev jî rê li ber belavbûna koronayê vedike. Welatî û xwediyên sewalan ji ber rewşa heyî ya koronayê û krîza aborî bi gazin in. 
 
Li Bazara Sewalan a Sûra Amedê tevdîr nehatine girtin û rê li ber metirsiyan vedike. Ji bajarên wek Qers, Agirî, Wan, Colemêrg, Çewlig û Êihê sewalan tînin vir û tên firotin. 
 
KAR Û ZIRARA WAN HEV DERNAXE 
 
Haci Buyukçay ê qurbanan difiroşe diyar kir ku li ber salên bihûrî karê wan nabe û vîrûsa koronayê jî bandorek neyînî li ser karê wan kiriye. Buyukçay anî ziman ku bihayên sewalan di navbera 2 hezar û 20 hezar TL’yî de diguhere û kar û zirara wan hev dernaxe. 
 
Halîs Ayhan ê qurbanan difiroşe jî got ew ji birêvebirina bazarê bi gazin in û têketina wan bazarê biha ye. Ayhan got ketina dora bazarê wan aciz dike û hem eziyet li sewalan û hem jî eziyet li wan tê kirin. 
 
Îhsan Bîntepe yê sewalfiroşiyê dike jî da zanîn ku ew ji ber neçariyê ango mecbûriyetê vî karî dikin û ew li bazarê tevî zirarê jî neçarin sewalan bifiroşin. 
 
‘KEDA ME TÊ XWARIN’
 
Abdullah Koyûn ê sewalfiroşiyê dike destnîşan kir ku sewalên wî di destê wî de mane û got: “Kesên bi sewalkariyê ve mijûl her tim keda wan tê xwarin. Ez ji zarokatiya xwe ve sewalkariyê dikim lê em di dema herî xerab de derbas dibin. Her tişt biha bûye. Xelk nikare boraqan bistîne.” 
 
LI EDENEYÊ JÎ REWŞ HEMAN E 
 
Li bazara sewalan a Edeneyê jî heman rewş heye. Sewalfiroş û welatî ji ber krîza aborî û vîrûsa koronayê bi gazin in û kes nikare danûstandinê bike. Welatî dibêjin ku ew ji ber bihabûna sewalan nikarin qûrbanan bikirin û ji ber vê yekê ew neçarin goştê mirîşkan bistînin. 
 
NEQEDIN DÊ BIFIROŞIN QESAB 
 
Engîş Ataş ê qurbanan difiroşe anî ziman ku firotina sewalên qurbanê li ber salên berê kêm e û xwedîkirina sewalan zehmet û li ser wan dibe mesrefên giran. Ataş da zanîn ku li gel ew du heftene li bazara sewalan e jî heta niha 14 sewal firotiye û sewalên di destê wan de bimîne jî wê bi zirarê bifiroşin qesaban ango goştfiroşan. 
 
REWŞA WAN NEBEŞ E 
 
Amîl Çelîk diyar kir ku li gorî wan dixwest nikarin qurbanên destê xwe bifiroşin û welatî tên bazarê li qurbanan dinêrin û diçin. Çelîk got ew tevî zirar dikin jî lê dîsa neçarin qurbanên di destên xwe de bifiroşin û rewşa wan qet nebaş e.