AMED - Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Amedê Vedat Demîrtaş, li ser medya civakî bi wêneyên cebilxaneya çekan û kalaşnîkofê gef li amîralên teqawîd ên têkildarî Peymana Montroyê de danezan weşandibûn xwar.
Piştî ku 103 amîralan têkildarî Peymana Montro û Qenala Stenbolê danezan weşandin, Alîkarê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Amedê Vedat Demîrtaş, li ser medya civakî bi wêneyên cebilxaneya çekan û kalaşnîkofê gef li amîralan xwar.
Demîrtaş ê AKP’î di wêneyên li ser hesaba xwe ya Twitterê parvekirin de 3 heb kalaşnîkof, 2 heb demançe, hebek çeka êrişê û gelek dûrbîn tên dîtin. Demîrtaş di parvekirina xwe de ev tişt nivîsîn: “Em li benda amîralên teqawîd in. De haydê. Destan, karê me ne.”
BI ERDOGAN RE CIVÎN
Demîrtaş, dema Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Amedê bû, tevlî “Cîvîna Serokên Bajaran a Berfireh” ya di serokatiya Erdogan de pêk hatibû jî bûbû.
PARVEKIRINA XWE JÊ BIR
Demîrtaş, li ser bertekan parvekirina xwe jê bir.