Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê 2024-09-14 09:16:49 AMED - Endama TekoJînê Berjîn Guneşê diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bimeşin û hemû ciwanên li Ewropayê vexwand meşa ku wê di 15'ê Îlonê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidin destpêkirin.  Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJîn) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di navbera 15-20’ê Îlonê de li herêma NRW (North Rhein-Westfalen) ya Almanyayê wê meşekê li dar bixin. Meşa ku wê di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" pêk bê, wê di 15'ê Îlonê de li bajarê Bîelefeld ê Almanyayê dest pê bike. Ciwan wê di tevahiya meşê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cuda li dar bixin. Meş wê bi beşdarbûna li 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê di 21'ê Îlonê de li Frankfûrtê bê lidarxistin, bi dawî bibe.   Ji organîzatorên meşê endama TekoJînê Berjîn Guneşê banga tevlîbûna meşê kir.   ‘ÇALAKIYÊN ME DIDOMIN'   Guneşê diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê kurd e, di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jî semboleke gerdûnî ye û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya azadiyê re tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelên cîhanê rêya jiyaneke demokratîk nîşan da. jRêya aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn bi felsefeya wî pêkan e."   Guneşê da zanîn ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan e û got ku tecrîd hebûna gelê kurd dike hedef.   Guneşê anî ziman ku li gel hemû êrişan jî tecrîd bi temamî bi ser neketiye û wiha got: “Yê ku nîşan da ku em dikarin bi destên xwe jiyana xwe biafirînin û li dijî vê pergala xwe disipêre talankirin û kuştinê birêz Abdullah Ocalan e. Wekî TCŞ û TekoJîn em her hefte çalakiyên xwe li qadan bênavber didomînin. Em li aliyekê bi meşên xwe û li aliyê din jî bi standan û belavkirina belavokan tecrîdê derdixin holê. Heta ku birêz Abdullah Ocalan azadiya fizîkî bi dest nexe wê çalakiyên me bidomin."   BERNAMEYA MEŞÊ   Guneşê diyar kir ku ew ê bernameya meşê di 15'ê Îlonê de li Bîelefeldê di konferansa bi navê "Rastiya Rêbertiyê û rola ciwanan" de eşkere bikin û got: "Wekî ciwan wê di 16'ê Îlonê de, di salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê de bi pêşengiya jinên ciwan meşek bê organîzekirin û dê ew roj bi navê 'Roja Jinên Ciwan' bê bibîranîn. Şerê herî mezin li dijî zîhniyeta ku jinê dike kole di rêya Birêz Abdullah Ocalan re derbas dibe. Weke jinên ciwan em ê bi vê hişmendiyê qadan dagirin. Li ser rêya meşê em ê li dijî tecrîdê li bajarên Bîelefeld, Hamm, Dortmûnd, Essen û Dûîsbûrgê dengê xwe bilind bikin. Em ê bi beşdariya li Mîhrîcana Çanda Kurdistanê ku wê di 21’ê Îlonê de li Frankfûrtê pêk nê, meşa xwe bi dawî bikin."   BANGAWAZÎ   Guneşê diyar kir ku bi tecrîda giran a li ser Ocalan re li Îmraliyê êrişên li ser gelê kurd wê bidomin û got: “Wekî ciwan û jinên ciwan em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin. Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê her cihî bikin qada berxwedanê. Mifteya aştiya civakî û azadiya me bi azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Bi vê boneyê em bang li hemû ciwanên li Ewropayê dijîn dikin ku ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan tevlî vê meşê bibin."   MA / Delal Akyuz