Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye 2024-05-15 13:21:09   AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê bi dirûşma “Lêxe-Ciwan li qadê ne” Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê li dar bixe. Dîroka dawî ya serlêdana ji bo tûrnûvayê 21’ê gulanê ye.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îsal li ser navê xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya di 5’ê çileya 2020’an li Dêrsimê hate windakirin û aqûbeta wê hêj nayê zanîn tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Serlêdanên ji bo Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê di 18’ê nîsanê de dest pê kirin. Serlêdan di 21’ê gulanê bi dawî bûn. Dirûşmeya îsal a tûrnûvaya di çarçoveya kampanyaya “Li dijî polîtîkayên şerê taybet berxwedaneke bi heybet”tê lidarxistin weke “Lêxe-Ciwan li qadê ne” hatin diyarkirin. Armanca Meclisa Ciwanan a li herêma Amedê 500 tîm in.    POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET   Endamê Lijneya Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Ozcan Teker, destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet dê “dakevin qadê”. Teker, bi lêv kir ku di çarçoveya kampanyaya xwe de dê hin rêze xebatan bidin meşandin û da zanîn ku tûrnûvaya ku dê li dar bixin di vî warî de girîng e.    Teker, têkildarî sedemê lidarxistina tûrnûvaya ji bo bîranîna Gulistan Dokûyê ev tişt gotin: “Em 4 sal in ji Dokûyê agahiyekê nagirin. Dokû bi tena serê xwe ne jineke. Di kesayeta Dokûyê de yên hedef hatin girtin ciwanên kurd in. Ne tenê Dokû bi hezaran jinên kurd dibin hedefa van polîtîkayan.”   Teker, ê qala dirûşma tûrnûvayê jî kir, wiha doman: “Esas em dibêjin ‘tu jî şûtekê bikêşe û polîtîkayên şerê taybet ên li ser civakê tên meşandin pûç bike’. Me bi vê armancê ev dirûşm diyar kir.”   Teker, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e ku 500 tîmên fûtbolê bînin bahev. Em ciwanên xwe yên hewl tê dayîn li kolanên me tiryakkêşî û fihûşê pê bidin kirin vedixwînin tûrnûvaya xwe. Piştî sala 2015’an bi taybetî li dijî ciwanên kurd li navendên weke Amed, Wan, Cizîr û Geverê polîtîkayên şerê taybet tên kûrkirin. Armanca me ew e ku bi hemû ciwanan re van polîtîkayan pûç bikin. Em bang li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku têkoşînê bi hev re mezin bikin.”