Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne 2024-05-10 09:10:20   STENBOL - Hevberdevkê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rohat Govercîn ku banga beşdariya li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê kir, bang li ciwanan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet dakevin qadê.    Tûrnûvaya futbolê ya ku her sal ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê lidarxistin, wê îsal jî li ser navê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê winda bû û aqûbeta wê hê jî ne diyar e, bê lidarxistin.    Serlêdanên tûrnûvayê ku qonaxa duyemîn a kampanyaya "Li dijî şerê taybet têkoşîneke biheybet" ya li dijî polîtîkayên şer e, di 18'ê Nîsanê de dest pê kirin û wê di 21'ê Gulanêd e bi dawî bibin. Dirûşmeya tûrnûvayê ya sal "ciwan li qadê ne" ye û cihê destpêkirina wê jî wê li Dêrsimê be.    Hevberdevkê Meclasa Ciwanan a DEM Partiyê Rohat Govercin li ser armanc û hûrguliyê turnuvayê, zext û polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanan axivî.   WÊ LI CIHÊ KU DOKÛ LÊ HATIYE WINDAKIRIN BIDIN DESTPÊKIRIN   Govercin bilêv kir ku di çarçoveya kampanyaya "Li dijî şerê taybet têkoşîne biheybet" ya par dabûn destpêkirin de bi ciwanan re hatine cem hev û der barê bandorên tiryak û fuhûşê yên li ser ciwanan de agahî dane û got ku tûrnûva jî di çarçoveya vê de ye û wê li cihê ku Dulistan Dokû lê hatiye windakirin bidin destpêkirin.    Govercîn da zanîn ku di çarçoveya tûrnûvayan de pêwendî bi hezaran ciwanan re danîne û got ku divê dirûşmeya "ciwan li qadê ne" wekî dirûşmeyeke jirêzê neyê fêmkirin, ji lew re îşaret bi helwesteke şoreşger dike.    BANDORÊN ŞERÊ TAYBET   Govercîn anî ziman ku şerê taybet li dijî  vîn û nasnameya kesan e û got: “Fuhûş, tiryak, polîtîkayên koçberkirinê, polîtîkayên asîmîlasyonê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê dikare wekî stûnên van pêkanînan bên dîtin. Armanca sereke ya xizmetkirina tiryak û teşwîqkirina bikaranîna wê ew e ku ciwan hişê xwe û armancên xwe winda bikin, pêşî li fikirandina ciwanan bê girtin û refleksa wan a bertekdayînê bê tepisandin. Bi taybet ciwanên li Kurdistanê di bin şert û mercên heyî de bi birçîbûnê tên terbiyekirin. Du rêyan didin ber ciwanan. Pergal ji ciwanan re dibêje 'Ya hûn ê tiryakê bifiroşin û pê debara xwe bikin an jî temenê xw eyê mayî di rêyên koçberî û sirgûnan de derbas bikin."    PEYAMA SERHILDANA WANÊ   Govercîn bilêv kir ku serhildana Wanê ji bo ciwanên ku ji sala 2015'an û vir ve hewl didin bi êrişan bên çavtirsandin e peyama "Hûn çi qas êriîşî me bikin jî û hûn çi qas hewl bidin vîna me teslîm bigirin jî, em ê vîna xwe teslîm nekin" e.    BANGAWAZÎ   Govercîn da zanîn ku serlêdanên ji bo tûrnûvayê didomin û got ku piştî peşkê wê maç dest pê bikin. Govercîn bang li ciwanan kir ku li dijî şerê taybet bitêkoşin û beşdarî tûrnûvayê bibin.