Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin 2023-10-07 14:21:34   STENBOL - Li Çekmekoyê Meclisa Ciwanên Partiya Çepên Kesk û Ciwanên Welatparêz bi meşeke meşaleyan, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şermezar kirin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk û Ciwanên Welatparêz komploya dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin. Di meşa li navçeya Çekmekoy a Stenbolê hatiye lidarxistin de meşale hatin hilgirtin, pankarta “Komploger dê di agirê ciwanan de bişewitin” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedanan zîndanan”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Doza Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan doza gelekê ye” hatin berzkirin”   Her wiha cîwanan li tax û kolanên Çekmekoyê bi nivîsên dîwaran ên wekî “Dawî ji tecrîda li Îmraliyê, ji Ocalan re azadî” û bi daliqandina pankarta “Bersiva herî xurt a komployê di xeta Egîd de milîtanbûn e.” komplo şermezar kirin.