Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin 2023-06-16 14:45:20   STENBOL - Xwendekarên dema dixwestin li Zanîngeha Bogazîçiyê daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin wiha gotin: “Em bêdeng nabin, niyeta me ya em bitirsin û serî bitewînin jî nîne.”   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê der barê binçavkirina xwendekarên ku xwestin li ber avahiya rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê daxuyanî bidin û ji bo 4 ji wan 10 meh cezayê hefsê hate dayîn de li komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta “Li dijî qeyûmên dijminên jinan û LGBTÎ+ fobîkan em ê têkoşîna femînîst a li zanîngehan mezin bikin” hate daliqandin. Ji bilî xwendekar û parêzerên wan, Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî beşdar bû.    Di civînê de ewilî Yolerî axivî. Yolerî diyar kir ku divê tundiya li dijî jinê di her şert û merci de bê astengkirin û li dijî vê dewlet berpirsyartiya xwe bi cih bîne.    Dû re yek ji xwendekara hatiye binçavkirin Sîmge Îngun axivî. Îngun, da zanîn ku ji ber “Muxalefeta Qanûna Meş û Civînan” dihatin darizandin û wiha got: “Lê em her çar xwendekar ji ber ‘zirar daye malê cemaweriyê’ hatin darizandin. Peywîrdara ewlehiya taybet Reyhan Keten a em ji ber tundiya li xwendekaran dike dinasin û di dosyayê de weke gazinker xuya dike, dema hewl dida çalakiya asteng bike boyax bi wê dabû, giliya me kiriye. Tevî ku di dîmenan de jî xuya dikir ku ne pêkane ku boyax bi wê da bibe lê îdia kir ku ava bi boyax ber bi avahiyê ve hatiye rijandin lê ew bi xwe jî tev li tu danişînan nebûye. Tevî ku zanîngehê beyan kir ku boyax bi tînerê hatiye paqijkirin û li erdê zirareke mayînde nemaye jî her çar hevalên me ji ber zirar daye malê cemaweriyê bi 10 mehan cezayê hefsê hatin cezakirin. Biryar dan ku ev ceza weke şertê kontrola edlî salekê bê bicihanîn.”   ‘EM NATIRSIN, SERÎ NATEWÎNIN’    Yek ji xwendekara dihate darizandin Zeynep Demîrkol jî diyar kir ku weke femînîstan xwedî li jiyana xwe derdikevin û wiha got: “Em ê dest ji Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an bernedin. Bila 6284 ne ji bo Naciyan ji bo jinan bê pêkanîn. Bila ji vî cezayê li me hatiye birîn vegerin. Em bêdeng nabin, niyeta me ya em bitirsin û serî bitewînin jî nîne.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’    Yek ji parêzera xwendekaran Sîmge Erîş jî pêvajoya darizandina xwendekaran vegot û anî ziman ku di pêvajoya xwendekaran de bi bêhiqûqiyan re rû bi rû mane. Erîş, diyar kir ku daxwaza guhdarkirinê ya yek ji xwendekarên gilîkar Reyhan Kete bi awayekî dijhiqûqî nehate qebûlkirin û wiha got: “Di têkoşîna ku li dijî rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê berdewam dikir de, eşkere bû ku doza der barê xwendekaran de hatiye kirin ne hiqûqî ye. Xwendekaran gotin, ‘Em li jêr nanêrin’. Em weke jin, parêzer, parêzerên xwendekaran li jêr nanêrin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”