Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin 2022-12-18 20:51:38   STENBOL - Ciwanan tundiya polîsan û binçavkirinên di meşa li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de bi meşekê şermezar kirin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatin şewitandin li Stenbolê dabûn dest pê kirin, di hefteya 39’emîn de bi meşa li navçeya Kadikoyê bi dawî bû.    Meş, bi pêşengtiya malbatên girtiyan, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û bi dirûşma “Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” hate lidarxistin.   Polîsan ji Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu re xeber gotin. Li ser vê yekê Encu bertek nîşan da. Polîsekî şimaqek li Encu da. Encuyê berteka xwe domand û herî kêm 35 kes hatin binçavkirin.    Ciwanên ku tundiya li kesên tev li meşê bûn hate kirin û binçavkirin şermezar kirin, li navçeya Kadikoyê meşek li dar xistin. Ciwanan di meşê de dirûşmeyên “Zext û binçavkirin nikarin me bitirsînin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.