‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye' 2022-05-20 18:19:45   ENQERE - Endamên Înîyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li hev kom bûn û gotin: "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pênagveke li dijî qedexeyan û bişavtinê ye."    Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê, di çarçoveya çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li avahiya Sendîkaya Kedkarên Tevahî Xizmetên Şaredariyê û Rêvebiriyên Herêmî (Tumbel-Sen) çalakiyek li dar xistin. Endamên Înîsyatîfa Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr û navçeyan, rêvebirên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) û gelek welatî tevli çalakiyê bûn. Li cihê çalakiyê pankarta li ser "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be" nivîsandî hat daliqandin.    ‘ZIMANÊ KURDÎ HEBÛNA ME YE'   Di çalakiyê de Hevberdevka Înîsyatîfa Xwendekarên Azad Berîvan Kaylû axivî. Kaylû got: "Bi sedan sal in qedexeyên dewletê yên li ser zimanê kurdî bi awayekî sîstematîk didomin. Gelê kurd divê li dijî van polîtîkayên bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkeve. Azadiya gelan bi zimanê wan pêkan e. Têkoşîneke bêyî ziman ne pêkan e. Divê hemû ciwanên kurd hay ji vê hebin. Em ciwanên welatparêz, bang li hemû ciwanên kurd dikin. Kurdî hebûna me ye û bêyî vê hebûnê jiyan ne pêkan e. Cejna Zimanê Kurdî pîroz be."    Paşê Hevberdevkê Înîsyatîfa Xwendekarên Azad Ozgur Abûl axivî. Abûl jî li ser dîroka Cejna Zimanê Kurdî sekinî. Abûl bilêv kir ku kurd bi Peymana Sykes Pîcotê bûne çar parçe û got: "Polîtîkayên çewisîner ên li ser kurdan kêm nebûn. 15'ê Gulanê pêngaveke li dijî polîtîkayên bişavtinê ye."    Ji Dayikên Aştiyê Hatîce Ay jî li ser girîngiya zimanê kurdî sekinî û got: "Ziman, zimanê me ye û em ê her tim bi vî zimanî biaxivin. Em 15'ê Gulanê pîroz dikin."    Ji welatiyan Veysî Temel jî got: "Kî bi kîjan zimanî bixwîne dê hînî wî zimanî bibe. Lê zimanê me hemûyan kurdî ye û divê em bi vî zimanî bixwînin. Gava di Girtîgeha Amedê de bûm bi zorê tirkî hînî me dikirin. Digotin, 'Bi tirkî bixwîne, pir bixwîne.' Bi şev û bi roj 'andimiz' (sonda me) bi me didan xwendin. Lê me tu carî tawiz ji têkoşîna xwe neda."    Dayika Aştiyê Munîbe Koç jî bilêv kir ku çend sal berê li Girtîgeha Erziromê ji ber ku bi tirkî nizanibûye bi îşkenceyê re rû bi rû maye û got: "Di vê rêçê de birayê min bi îşkenceyan re rû bi rû ma. Ev ziman zimanê me ye û ji xeynî axaftina bi vî zimanî tu vebijerkeke me ya din tune bû." Koç, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.    TÊKOŞÎN   Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezîr Parlak jî got: "Kurdî bi sedan sal e bi qedexeyan re rû bi rû ye. Peywira me jî, em bi vî zimanî zanibin. Ziman girîng e û divê bijî. Di vê rêçê de yên herî zehmetî kişandin dayikên me ne. Divê em li dijî polîtîkayên bişavtinê bitêkoşin."    Çalakî bi stranan bi dawî bû.