3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin 2022-03-12 11:19:42   WAN - Li Wanê 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin. Ciwanên ku sedema binçavkirina wan nehate zanîn, niha li emniyetê tên ragirtin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgariya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şahîn Akti, Nûrûllah Pakpay û Tarik Kilinç hatin binçavkirin.    Ciwanên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, niha li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê tên ragirtin.