Eskeran li ser sînor ciwanek bi îşkencê kuştin 2021-08-30 14:04:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanê ku dixwest ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînor derbas bike û derbasî Tirkiyê bibe, di encama îşkenceya eskeran de jiyana xwe ji dest da.   Ciwanekê ku xwest ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî vî aliyê sînor ê Tirkiyeyê bibe hat kuştin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANNA) derbas kir, ciwanê bi navê Salar Osman xwest di 28'ê Tebaxê de sînor derbas bike û derbasî Tirkiyê bibe, lê eskerên ku ciwan girtin, îşkenceyek giran lê kirin. Ciwanê ku îşkenceyeke giran lê hat kirin, rakirin nexweşxaneyeke li Qamişloyê. Hat diyarkirin ku Salar Osman ê bi giranî birîndar bibû, îro serê sibehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.